• DOLAR 32.381
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2325.29
  • ...
Li Samsûnê pevçûna parkkirinê: Polês dikandarekî kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Taxa Pazarê ya Îlk Adima navçeya Samsûnê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin polêsê bi navê Adem Y. û dikandarên bi navê Rasîm Sabah û Fatîh Ç. ji ber meseleya otoparkê pevçûn.

Ji ber ku pevçûn mezin bû polêsê bi navê Adem gule berda xwedîyê dikanan. Di encama bûyerê de Rasîm Sabah û Fatîh Ç. giran birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxanê.

Rasîmê ku giran birîndar bûbû digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Polêsê bi navê Adem ji teref polêsên ku hatin cihê bûyerê ve hat binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir