Li Îranê sûîqest li alimekî hat kirin
Li Îranê alimekî di sûîqesta ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin êrîşa çekdarî alim û akedemîsyenê sûnnî yê bi navê Mevlevî Abduşşekur Terşabîyê ku li Haşa navçeya Sîsya-Belûcîstanê de dijîya hat kirin. Terşabî di sûîqesta ku ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da.
Arîkarê Qeymeqamê Haşê Muhammed Ahmedî Bolag derbarê mijarê de diyar kir Terşabî di sûîqesta ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da ku ev yek xelkê navçê xemgîn kir. Bolag her wisa destnîşan kir Terşabî di warê akademî û ilmê de kesekî navdar bû û li herêmê parêzvanê yekîtî û digelhevîya Îslamê bû.
Bo kesên êrîşkar bên girtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)