• DOLAR 32.591
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2513.863
  • ...
Zarokê ku ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin zarokê 16 salî yê ku di xwepêşanên ku di 14ê Gûlanê de li ser xeta Xazzê hatibûn tertîpkirin de di êrîşa siyonîstan de giran birîndar bûbû û li nexweşxanê dihat tedawîkirin îro şehîd bû.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Tenduristîyê  Eşref el-Kudra destnîşan kirf zarokê 16 salî yê bi navê Mahmud Macid El-Xarabiyî yê ku di xwepêşanan de birîndar bûbû şehîd bû.

Siyonîstên terorîst di 14ê Gûlanê de êrîş biribûn li ser beşdervanên ku beşdarî Meşa Mezin a Vegerê. Di encama êrîşa çeteyên siyonîst de 60 Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 2500 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir