• DOLAR 32.584
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2488.838
  • ...
Çeteyên sîyonîst li Han El-Ahmer êrîşî çalakvanan kir: 35 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Filistînîyên ku li hember xerakirina rojhilata devera Qudsê Han El-Ahmerê bisekine çalakîyên piştgirîyê li dar dixistin marûzî êrîşa çeteyên dewleta sîyonîst man. Di encama êrîşên çeteyan de 35 Filistînî birîndar bûn.

Komela Heyvasor a Filistînê îfade kir ku do piştî nîvro çeteyên sîyonîst êrîşî çalakvanên ku piştgirîya devera Han El-Ahmer dikirin kirin. Di encama êrîşên çeteyên sîyonîst de ekîbên tendirustîyê jî di nav de 35 Filistînî hatin birîndar bûn.

Komeleya Heyvasor îfade kir ku jê 4 birîndar bi ambolansan hatin rakirin nexweşxaneyan û hatin xistin bin tedawîyê.

Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên çapemenîyê hatin wergirtin, di dema çalakîyan de 8 Filistînîyên hatin binçavkirin ku di nav wan de keçeke ciwan jî heye. Hat îfadekirin ku çeteyîn sîyonîst di dema  binçavîyê de keça ciwan bi erdê re kaş kiriye, cilê wê ketandiye û bi awakî wehşîyane ew binçav kiriye.

Hat diyarkirin ku Filistînîyê li hember xirakirina devera Han El-Ahmerê berxwedan dikir ji teref çeteyên îşxalker ve hatin binçavkirin.

Tê îfadekirin ku 180 Filistînî li devera Han El-Ahmerê dijîn û îsralîa şebeka terorê dixwaze wir xera bike û li wir înşeatan nû çê bike.

Ji Yekîtîya Ewrûpa bertek

Li hêla din Yekîtîya Ewrûpa bertek nîşanî daxwaza xerakirina çeteyên sîyonît da û xwest biryara xerakirinê bide sekirinandin.

Di daxuyanîya ji teref berdevkîya Komîsyona Yekîtîya Ewrûpa ve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Rûxandinên ku bi destê îsraîl tên kirin û herwiha planên îsraîlê yên avakirina wargehên nû li heman ciyî, tehdîdên li ser aştî û çareseriya avabûna du dewletan zêde dikin. Avakirina polîtîkayên îsraîl yên avahîyên nû li dijî hiquqê navneteweyî ye. "Yekîtîya Ewrûpa dixwaze ku îsraîl ji vê biryara xwe vegere û hemû berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bîne cih." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir