• DOLAR 32.496
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2429.44
  • ...
Êşa ku 25 sal in nadeyne: Qetlîama Başbaxlar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku dîrok 5ê Tîrmeha sala 1993an nîşan dide, PKKyê hov û wehş vêcarê xwe li gundê Başbaglara Kemalîyeya Erzîncanê nîşan da. PKK, di wextê ninêja mexribê de Adil Xoceyê Îmam Xatîbê mizgeftê jî di nav de tev de 28 Mislimanan qetil kir û dû re gund da ber agir. Di bûyerê 5 kes jî di malên ku hatin şewitandin de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. PKKyê ku zêr û zîvên li ser pîrekan dizî, li pey xwe gundekî ku bûbû kavil û tê de 70 êtîm ma hişt. Di lêkolîna ku piştî bûyerê hat kirin de hat tespîtkirin wê şevê tev de 584 berik hatin bikaranîn, 5 wesayît û 191 mal hatin şewitandin  ku ev yek wehşeta ku wê şevê hat kirin derdixe holê.

"Bombeyan li derdora me bi cî dikirin û ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin.

Kesekî ku wê rojê ji wê qetlîamê re bûbû şahid wisa qala wê wehşetê kir: "Me dikir ku nimêja êvarê bikin, nevîyê min hat û got ku anarşîst ketine nava gund. Min jî hema derî girt. Dema ku min derî girt, min dîtin. Hatin û ji min xwestin ku derî vekim. Lê belê min derî venekir û çûn. Me nimêja xwe kir û dest bi diayan kir. Min ji şibakê li derve nihêrt, ew kesên ku di ser gund de girtin derîyê mala cîranê min şikandin û zilamên di malê de derxistin derve  û yekî danîn li ser serê wan. Wî ksî berê tifinga xwe da wan zilaman. Çend kes hatin derîyê mala me şikandin û ketin hundir, pirsîn ka di hundir de zilam hene yan na? Wê kêlîyê pere li ba min hebû, min wan pereyan ji wan dirêj kir û min got qey ew ê rahijin pereyan û bela xwe ji min vekin. Rahiştin pereyan û min û bûka min û nevîyê min bi tifingan derxistin  derve. Dema ku ez dertim min li pey xwe nihêrî ku bombe di malê de bi cî dikin. Piştî ku em derketin derve malê şewitandin. Dema ku me derxistin zordarîyê li me dikirin. Min ji wan re got ku ez extîyar û nexweş i, lê belê dîsa min kaş kirin. Me birin cihê lê pîrekan top kiribûn. Bombeya li derdora me bi cî dikirin. Ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin. 28 kesan bi şikleke bêwijdan kuştin. Gundê me heta şeveqê şewitî. Ji ber ku telefon tunebû me nikarîbû xeber bidin derdorê."

"Hê jî da'wa  Başbaglarê bi tememêtî faîlî meçhul dimîne"

Serokê Komeleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya derbarê qetlîama Başbaglarê de wiha ragihand: "Qetlîama Başbaglarê di dîroka Komara Tirkîyê de qetlîama herî mezin e. Ev qetlîama Başbaglarê ji qetlîamekî zêdetir qirkirinek e.Niha jî ji ber vê qetlîama ku hatiye kirin hêj tu kesek nehatine girtin.  Hê jî da'wa  Başbaglarê bi tememêtî faîlî meçhul dimîne. Hinek kes ji vê da'wayê re çavê xwe miç kirin û guhên xwe kerr kirin. Ji ber vê yekê divê da'waya Başbaglarê cardin were vekolandin. Çapemenî  Madimakê dibîne lê Başbaglarê nabînî. Heger mesele şewat be li Başbaglarê jî 5 kes di nava mala xwe de hatin şewitandin. Herwiha him şewitandin û hem jî dan ber guleyan û wan qetil kirin.  Zarokek , pîrekek û 31 mêrik bi şiklekî wahşîyanê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê Başbaglar ne qetlîamek e, qirkirinek e.  Lêwra mêrikên di camîyê de derxistin û anîn meydana gund û  wan şehîd kirin. Tu sûcê van însanên dîndar tunebû û hatin qetilkirin.  Qetilkirina van însanên bêzirar, nê ji teref xelkê ve ne jî ji teref çapemenîyê ve nayê rojevê. Ev tişt jî me xemgîn dike Divê hemû kes bi dengekî mezin ji vê qetlîamê re îtîraz bike. Ez ji vir bang di serî de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, rayederên hikûmetê  dikim.  Em dixwazin ku qatilên vê qetlîamê  gavek berî gaveke derxin holê.Bila li ser vê da'wayê were rawestin. Û em ji Camîayên îslamî û komeleyên îslamî dixwazin ku bila him li Başbaglarê û him jî bi la li temamên misilmanan xwedî derkevin.

'Heyfa Sîwasê hat hilanîn'

Dîkkaya axavtina her wiha domand: "Ev qetlîama ku hatiye kirin plankirî bû. Lewra piştî ku ew terorîst qetlîamê kiribûn  kaxizekê 'Heyfa Sîwasê hat hilandin' danîbûne li ser cinazeyên mirîyan.  Ev însanên ku hatin qetilkirin haya wan ji Sîwasê jî tunebû, ji kesî re nekîndar bûn, ji kesî re dijmintî nekiribûn; ev zilma ku li van hatiye kirin ew ê çawa bê îzah kirin. Em însanên mutedeyyîn û bawermend in. Ne em hatin provakasyonê ne jî me kesî provoke kir. Bi vî awayî me lîstikên ku li ser welatên me dihatin lîstandin xera kir.Ez ji Serokomar daxwaz dikim ku bila ev doza Başbaglarê û qatilên vê qatlîamê diyar bibin. Ez li ser navê xwe û gundîyên xwe ji temamê şehîdên me re ji Xwedê Teala rehmetê teleb dikim."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir