• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bavê Leylaya biçûk bo qatilê qîza xwe îdam xwest
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Terma Leyla Aydemîra ku  roja eydê winda bûbû berî vê 2 rojan li dereke ku 3 kîlometreyan ji gund dûr bû hat dîtin.Leyla Demîra ku ji birçîna miribû li gundê kalikê xwe ji teref hezkirîyên xwe ve hat desfinkirin.

Nîhad Aydemîrê ku bavê Leyla ye derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.Aydemîr di daxuyanîya ku da de dbo qatilên qîza xwe îdamê teleb kir.

"Min ji wan re gotibû ku şîr bidinê, lê min guhdar nekirin"

Bav Aydemîr di daxuyanîya ku da de destnîşan kir piştî ku qîza wî hat revandin re wî ji wan kesên ku qîza wî revandine re bang kiribû da ku şîr bidine qîza wî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Leylaya min wefat kir. Min ji wî zilamî re bang kiribû. Min ji televîzyonê temaşe kir, Leylaya min ji nêza miriye. Min ji wan re gotibû ku şîr bidinê. Cilên li serê derxistine û wî avêtine çem. Ew kesê hov kî be, dixwazim derkeve holê."

"Em îdamê dixwazin"

Bav Aydemîr di berdewama axavtina xwe de teleb kir demildest bila cezaya îdamê bê derxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew bedenên biçûk, melek di bihiştê de ne. Xwezî min wê bedenê nedîtibana. Em îdamê dixwazin.Leyla mir, bila Leylayên din nemirin, ez rica dikim bila Leylanina din  nemirin. Înşaallah îdam derkeve. Ev van hovan daleqînin, bila destê xwe ji ser zarokan bikşînin. Bila temamê zarokan bi şikleke azad bijîn."

 "Ger di vê bûyerê de sûcê min bi xwe jî hebe bila min bi xwe jî îdam bikin"

Aydemîr ji wan agahîyên çewt ên ku di medyaya civakî de derketine re bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji kerema xwe re bila tu kes parvekirinên çewt neke. Hêj tiştek nehatiye dîtin. Hêj pêşveçûnek, tiştekî nû nîne, ger hebe jî haya min jê nîne. Derheqê birazîyê min de parvekirin tên kirin, ne ew e. Birazîyê min çû gilîdar bû. Ew ê ew hov bê dîtin. Kî dibe bila bibe dewlet efû nake. Heta rastî derneyê derheqê hinek kesan de îtham kirin bêedebî ye. Ger di vê bûyerê de sûcê min bi xwe jî hebe bila min bi xwe jî îdam bikin. Qet nebe me  cinazeya wê dît, ev dilê me piçekî rihet dike. Ew hovê ku vê yekê kiriye bila bê dîtin û bê îdamkirin. Ew hov canê me û yê Tirkîyê şewitandin."

Yusuf Aydemîrê ku apê Leyla jî derbarê mijarê de got ku haya wan derheqê binçavîyan de tuneye û dû re got ku bila serê Tirkîyê sax be.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir