• DOLAR 32.345
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2302.751
  • ...
Barzanî: PKK qismeke mezin a Kurdistana Iraqê îşxal kiriye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêçîrvan Barzanîyê Serokowezîrê Kurdistana Iraqê piştî civîna lijneya wezîran a ku li Hewlêrê hat tertîpkirin re pirsên rojnamevanan ên rojevê de bersivand.

"PKK qismeke mezin a Kurdistana Iraqê îşxal kiriye"

Di civîna çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin de ji Barzanî derbarê ji teref Tirkîyê ve bombebarankirina kampên PKKê de pirsek hat kirin, Barzanî pirsa ku hat pirsîn wisa bersivand: " PKK qismeke mezin a Kurdistana Iraqê îşxal kiriye û ji van derên ku îşxal kiriye êrîşan dibe li ser Tirkîyê. Em li dijî vê yekê ne. Em dijber in ku ji ser axên Kurdistanê êrîşan bibe Îran û Tirkîyê. Me ji PKKê çendîn caran teleb kir ku ji axên Kurdistana Iraqê êrîşan nebe welatên cîran. Di vî warî de PKK bi xeta ye, divê ev yek bê zanîn."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir