Li Emerîka êrîşa penaberan: 9 birîndar
Li eyaleta Idaho ya Emerika êrîşî miltecîyan hat kirin, 9 kes birîndar bûn.
Li eyaleta Idaho ya Emerika li bajarê Boîse li dijî penaberên Sûrye, Iraq û Etîyopyayî êrîşa bi kêr hat rastkirin. Di encama êrîşê de 9 kes hatin birîndarkirin.
Li gor agahîyên hatin wergirtin li Emerîka penaberên Sûrî, Iraq û Etîyopyayî xwestin rojbûna zarokê 3 salî pîroz bikin hatin cemhev. Welatîyê Emrîkayî yê bi penaberan re di heman avahîyê de dima bi kêrê êrîşê penameran kir. Di encama êrîşa bi kêr jê 6 zarok bi tevahî 9 kes hatin birîndarkirin.
Êrîşkerê Emrîkayê piştî êrîşê hat binçavkirin.
Hat îfadekirin ku miltecîyên birîndar jê rewşa 4 kesan giran e. Êrîşker Timmy Earl Kinnerê 30 salî yê welatîyê Emerîka berya niha jî ji bikaranîna şidetê qeyda wi heye. (ÎLKHA)