Mizgeft bi zarokan şên bûn
Digel tatîlbûna mekteban zarokan berê xwe dan qursên Qur'anê, bi hatine zarokan a bo camîyê mizgeft şên bûn.
Piştî ku mekteb tatîl bûn re ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve li tevahîya Tirkîyê qursên Qur'anê hatin vekirin. Zarokên ku berê xwe dan mizgeftan dersên Qur'anê distînin, ilmên Îslamî hîn dibin û di ber re jî tevlî fealîyetên civakî dibin.
Kesên fêrdar û pîspor ji malbata zarokan daxwaz dikin ku dê û bav zarokên xwe di vê betlaneyê de bişînin qursên Qur'anê da ku zarok bi Qur'anê mezin bibin û bibin xwedî exlaqeke baş.(ÎLKHA)