Li Diyarbekirê trêna bar ji rêya hesinî derket
Li Diyarbekirê trêna bar ji rêya hesinî derket, di encama qezayê de gelek vagonên trênê zirar dîtin.
Hat ragihandin li nêzî gundê Kerwanpinara Sûra Diyarbekirê trêna bar a ku ji Êlihê dihat ji rêya hesinî derket, di encama qezayê de gelek vagonên trênê zirar dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza doh derdora seat 15.30an de li nêzî gundê Kerwanpinara Sûra Diyarbekirê pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.
Hat diyarkirin ew ê vagonên ku ji rêya hesinî derketine bi vînça ku dê ji Malatyayê bê bên rakirin.
Hat hînbûn qeza ji ber germahîyên zêde pêk hatiye.(ÎLKHA)