Welatên Ereban gilîyê Tirkîyê ji rejîma siyonîst re kirin
Di Rojnameya Haartezê ya ku li rejîma îşxalê tê weşandin de hat nivîsandin ku, salan borî hinek welatên Ereban gilîyê Tirkîyê ji îsraîl re kirine.
Di rojnamê de derbarê mijarê de hat destnîşankirin sala borî Urdun, Siûd, Birêveberîya Filistînê sala borî ji rejîma îşxalker re peyam kişandine û ji ber tesîra Tirkîyê ya li Qudsa Rojhilat dilmetirsîyên xwe anîn zimên.
Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin ji teref van dewletên ku navên wan hatin diyarkirin destnîşankirine ku teşebûsên Tirkîyê berjewendîyên wan û yên îsraîlê rejîma terorê tehdîd dike.(ÎLKHA)