• DOLAR 32.506
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2485.311
  • ...
Dîroka PKKê ya Qetlîaman-2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin  qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd,  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê di ser mizgeftê de girt û 10 Mislimanên ku di mizgeftê îbadet dikirin bi şikleke hovane û wehşîyane qetil kir. Di salvegera vê qetlîama Sûsa ya ku ji teref PKKê ve hat kirin de dîroka bi xwîn a PKKê anî bîran.

Hinek qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatine kirin:

Dema ku dîrok 24ê Mijdara sala 1989an nîşan dide PKKyê destbixwîn û hov vêcarê li ser gundê Satêya Gevera navçeya Colemêrgê de girt. Di qetlîama ku ji teref PKKê ve li gund hat kirin de 28 kesên ku di nav wan de;Elîfa ku hêj salek nekiribû, Mistefayê 2 salî, Halîmeya 4 salî, Rifatê 3 salî û Cebraîlê 5 salî hebûn bi şikleke hovane hatin qetilkirin.  Dema ku hewa tarî bû, PKKyî di ser kesên bi navê Kemal Dogan, Mehmet Reşîd Aykut, Evdirrehman Gezgîncî, Mehmet Kibris û Ekrem Boz girtin. Di êrîşa ku di 24ê Mijdarê de ji teref PKKê ve hat kirin de, ewilî di ser mala malbata Aykut de hat girtin û bi roket û bombeyan êrîşî mala wî hat kirin. Piştî ku berik di ser malê de hat reşandin re, pîrek û zarokên di malê de  hatin komkirin û ji teref PKKyîyan ve bi şikleke wehşîyena hatin qetilkirin. Di qetlîama ku tê de malbatên Aykut û Boz hatin hedegfgirtin de 300 pezên ku aîdî wan bûn jî ji teref PKKê ve hatin dizîn.

Qetlîama Çevrîmlî

 PKKyîyên ku tê diyarkirin ji 50 kesî pêk dihat, di êvara 10 Hezîranê di 11.00ê êvarî de li ser gundê Çevrîmlîya Guçlukonaka Şirnexê de girtin. PKKyîyên ku ji 3 alîyan ve di ser gundê Bahaddîn Aktugê ku wek "Bahaddîn Axa" dihat nasîn de girtin xwestin qetlîameke mezin bikin. Di dema serdegirtina gund de nêzî du seatan di navbera PKKyîyan û qoricîyên gund de şer berdewam kir. Komek PKKyîyê di ser malên di gund de girtin û bi bombeyan êrîş birin li ser malan de. 27 zarok û pîrekên ku di malên qoricîyan de bûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn 4 kesên ku wê rojê mirin qoricî bûn. Di serdegirtinê de 6 gundî birîndar bûn û PKKyîyek hat kuştin. Wê rojê Saîd Kayrayê 3 salî yê ku ji teref PKKê ve hatibû birîndarkirin digel temamê midaxeleyan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Qetlîamên Pazarcik û Çaglayancerît

PKKyîyên ku di 14ê Tîrmeha sala 1991an de li ser gundên ku girêdayê Pazarcik û Çaglayancerît Mereşê ne de girêtin 9 kesan qetil kirin. Bedena 9 kesên ku di qetlîamê de ji teref PKKê ve hatin kuştin ji teref PKKê ve  hatin şewitandin ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn. Di Kovara Serxwebûnê de sedema kuştina 9 kesan wek "sîxûrtî û muxbîrtî" hat nîşandan. Navên kesên ku hatin qetilkirin bi şikleke wêrek hatin weşandin.

Qetlîama gundika Sutlu

Dema ku dîrok 11ê Hezîrana sala 1992an nîşan dide PKKyîyan li Tatwana Bidlîsê pêşîya mînîbûsekê girtin û 13 kesên di wesayîtê de bi şikleke hovane û wehşîyane qetil kirin. Zemîrhan Işikê ku di êrîşa PKKê de kekê wî hat qetilkirin derbarê mijarê de diyar kir di 11ê Hezîrana sala 1992an de 13 kesên ku kekê wî bi xwe jî di nav de bû ji teref PKKyîyan ve hatin qetilkirin û dû re wiha got: " Di 11ê Hezîrana sala 1992an de kekê min bi wesayîta xwe rêwî dibirin gundika Sutlu. Kekê min û rêwîyan kuştin. Bûyer êvarî qewimî. Şênîyên gundik xeber dan me û jê haydar bûn. Ji me re gotin ku 13 kes hatine kuştin. Dema ku bûyer qewimî, ez li derveyî bajêr bûm. Dema ku kekê min î din çû cihê bûyerê dîtiye ku hêj wesayît dixebitî. Kekê  min û rêwîyan ji wesayîtê pîya kirine û li cihekî kîlometreyekê dûr berik li ser wan de reşandine û wanan qetil kirine. Kesên rêwî tev ne ji wê gundikî bûn. Di nav wan de şivanekî Sêrtî, melayekî Norşînî û kesên Mutkî û Hîzanî hebûn. Hemûyan kuştibûn."

Qetlîama Gundê Sûsa

PKKyê ku di salên 90î de li  tevahîya Bakûrê Kurdistanê, nexasim êrîş dibir li ser kesên ku xwedîyê nasnameya Îslamî bûn û wanan qetil dikir. PKKyê hov û wehşî êrîşên xwe gavek pêşve bir û êdî di camîyan de dest bi qetlîaman kir.

"Qetlîama Mizgefta Sûsa" ya ku qetlîama herî zêde derdikeve pêş, dîsa ji teref PKKê ve li ser erdnigarîya Kurdistanê hat kirin. Mislimanên ku li gundê Sûsaya Farqînê di mizgeftê îbadet dikirin di şeva 26ê Hezîrana sala 1992an de li ber mizgeftê hatin qetilkirin. Di êrîşa hovane ya ku ji teref PKKê ve hat kirin de 10 Misliman hatin qetilkirin  û 5 jî birîndar bûn. Wê şevê PKKyîyên ku qetlîameke mezin kirin cil û bergên leşkeran li xwe kirin û di mizgeftê de qetlîamê kirin. Êş û elema vê qetlîamê digel ku 26 sal ji ser derbas bûbe jî hêj nayê jibîrkirin.  Di Qetlîama Sûsayê ya ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin de hedefa ewil Îslam û nirxên Îslamê bûn. PKK bi vê êrîşa ku li Sûsayê kir cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamîyetê nîşan da û hewşa camîyê bi xwîna Mislimanan dagirt. Di êrîşa hovane û wehşîyane ya PKKê de, 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Qetlîama gundê Hewek

Dema ku dîrok bû 21ê Cotmeha sala 1992an, PKKyîyên dest bi xwîn û wehş vêcarê xwe li Heweka Bidlîsê nîşan dan. PKKyîyên ku di ser gund de girtin, zarok û pîrekan rehîn girtin û ji zûor li qoricîyan kirin da ku çekên xwe berdin. Ji ber ku leşker hat gund, PKKyîyan agir berdan gund û 13 qoricîyan desteserkirin û bi xwe re birin. Li gor îfadeyên gundîyên PKKyîyên ku ji 100 kesan pêk dihat, xelkê li meydana gund top kirin û kesekî bi navê Hecî Seyîd dan axavtin û pê dan gotin ku bila qoricî çekên xwe berdin. 4 qoricîyên ku vê yekê qebûl nekirin di heman demê de hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de PKKyîyên ku li ser rêya gund kêmîn danîbûn bi leşkerên ku dikirin werin gund re şer kirin. PKKyîyên ku dengê çekan bihîstin tirsîyan û di ser gundîyên ku li meydanê top kiribûn de berik reşandin û li wî gundî tev de 30 kesan qetil kirin.

Berdewama wê tê...(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir