• DOLAR 32.559
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2431.41
  • ...
Dîroka PKKê ya Qetlîaman-1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin  qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd,  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê di ser mizgeftê de girt û 10 Mislimanên ku di mizgeftê îbadet dikirin bi şikleke hovane û wehşîyane qetil kir. Di salvegera vê qetlîama Sûsa ya ku ji teref PKKê ve hat kirin de dîroka bi xwîn a PKKê anî bîran.

Hinek qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatine kirin:

Qetlîama Ortabaxê

Di 22ê Çileya sala 1987an de, PKK li gundê Ortabaxa Qilabana Şirnexê di ser maleke lê dawat dihat kirin de girt û bombeyan êrîş bir li ser malê. Di encama êrîşa PKKê de 2 jê zarok, 4 jê pîrek tev de 8 gundî hatin qetilkirin. PKKyîyên ku derketin li ser bana mala ku lê dawet dihat kirin, bi bombeyên destan êrîş birin li ser xelkê û qetlîameke mezin kirin. Ji wê qetlîama ku lê 8 kes hatibûn qetilkirin tev de 15 kes wek birîndar xelas bûbûn. Çapemenîya PKKê pîrek û zarokên ku wê rojê hatibûn qetilkirin wek malbata qoricîyan nîşan dabû û hewl dabû ku êrîşa ku PKKê kiriye meşrû nîşan bide.

Qetlîama Gundê Zaxûran û gundikê Gundikêportî

PKK di 23ê Çileya sala 1987an de li Midyada navçeya Mêrdînê 10 kesên siwîl qetil kir. Emîne Akçaya ku wê rojê di êrîşa PKKê de 4 zarok û mêrê wê hat qetilkirin derbarê qetlîama ku ji terf PKKê ve hat kirin de wiha gotibû: " Mêrê min û 4 zarokên mi n bi şikleke bêwijdan li ber çavên min qetil kirin. Di dema qetlîamê de ji ber ku ez li derve bûm ji êrîşê xelas bûm. Pêşî bombeyên destan avêtin û dû re malê dan ber guleyan. Zarokê min herî mezin 7 salî bû. Qîzên min jî 3 û 6 salî bûn. Bi min êş û elema zarokên min dan kişandin. Xweda rihê wan bistîne. Înşallah ew jî êş mirinê bikşînin."

Qetlîama gundê Pinarcik

PKK di 20ê Hezîrana sala 1987an de li Pinarcika gundê Mehsertêya Mêrdînê di ser gund de girt û di êrîşa ku bir li ser gund de 16 jê zarok, 6 jê pîrek, 8 zilam tev de 30 kesên siwîk bi şikleke bêwicdan qetil kir. Şeyhmus Yavuzê ku di êrîşê de xanima wî, 5 zarokên wî, 2 bira û birazîyên wî hatin qetilkirin destnîşan kir di 20ê Hezîrana sala 1987an de, PKK di  wextên êvarî  de ji 3 milan êrîş bir li ser gund. Yavuzê ku diyar ew wê çaxê qoricî bû derbarê êrîşa hovane ya PKKê de wiha got: " Dema ku berikên me xelas bûn, ketine nava gund. 30 kesên ku xanim û zarokên min di nav de bûn qetil kirin."

Qetlîama gundika Haraberk

Dema ku dîrok 8ê Tîrmeha sala 1987an nîşan dide PKKyîyên destbixwîn li gundika Haraberka gundê Yuvaliya girêdayê Midyada Mêrdînê êrîş birin li ser malekê û ji heman malê 7 jê zarok, 2 jê pîrek tev de 9 kesan qetil kirin. Di heman seatan de komek PKKyîyên din jî di ser gundê bi navê Peçenek a ku 20 deqîqeyan ji gundikê Haraberkê dûr bû de girtin û 16 kesên ku di nav zarok û pîrek hebûn dan ber guleyan û wanan qetil kirin. Piştî vê bûyerê ji gundên derdorê însan xwestin bên şînê, lê belê mînîbûsa ku tê kesên dihatin şînê hebûn li ser rêya Yuvali û Midyadê li pêl mayinên ku ji teref PKKê ve hatibûn bicîkirin kir û di vê êrîşa PKKê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Ev qetlîama ku hat kirin di hejmara sala 1987an a Kovara Serxwebûnê ya ku ya PKKê ye de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin."

Qetlîama Çîftekavak

PKKyîyên ku di 21ê Îlona sala 1987an de li gundê Guneyceya Şirnexê di ser gudndika Çîftekavakê de girtin 5 pîrekên 2 ji wan bi hemil bûn, 4 zarok tev de 11 kesan qetil kirin û 2 kesan giran birîndar kirin.Piştî vê êrîşê di heman rojê de PKKyîyên ku ji 25 kesan pêk dihatin di wextên êvarî derdora seat 21.00an de di ser mala kesê  bi navê Rifat Gungor de girtin û 3 bombeyên destan avêtin mala wî û dû re ketin hundirê malê û bi çekan di ser kesên di malê de reşandin. Hûrî Gundora ku wê rojê ji wê êrîşa hovane ya PKKê wek birîndar xelas bû, derbarê êrîşê de got: " Pêşî çend zilam ketin hundir. Di destên wan de çek hebûn. Ji bavê min pirsîn 'Lawê Ehmed li kû ye, tu çima wî nadî me?' Dû re qêrandin û di ser me berik reşandin. Dû re çûn û leşker hatin." Ev êrîş jî di Kovara Serxwebûnê ya PKK ya di hejmara meha Îlonê ya sala 1987an de li ser xwe hat girtin.

Qetliama Yagızoymak

Di 28ê Adara sala 1988an de endamên PKKê li ser gundê Yagizoymaka Şirnexê de girtin. Vêcarê di hedefa wan de şivanên gund hebûn. PKKyîyên ku di ser gund de girtin 9 şivanên gund xeniqandin. Di daxuyanîya ku ji teref rêxistinê ve hat dayîn de hat îddîakirin şivanên gund ji ber ku qoricî bûn hatin  kuştin.

Qetlîama gundika Behmenîn

PKKyîyên ku do 9ê Gûlana sala 1988an de li ser gundika Behmenîna gundê Taşa Nisêbînê de girtin  ji heman malbatê 8ê jê zarok, 2 jê pîrek tev de 11 kesan qetil kuştin. Navên kesên ku wê rojê ji teref PKKê ve hatin  qetilkirin bi vî awayî ye: Ayşe Çelîk (2 mehî), Fîkrîye Çelîk (2), Narîne Çelîk (3), Fadîme Çelîk (5), Muslume Çelîk (7), Nîyazî Çelîk (9), Abdurrahîm Çelîk (12),  Zîver Çelîk (15), Hatîce Çelîk (35), Abdulkerîm Çelîk (47) û Ferîde Bozkurt (40).

Berdewama wê tê...(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir