• DOLAR 32.561
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2421.182
  • ...
Li Bazîdê hat xwestin zarokek bê revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Bazîda Agirî li Taxa Hasankeyf di nava rojê de hat xwestin zarokên ku li taxê ji xwe re dileystin bi mînîbûseke spî bên revandin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin heftîya borî mînîbûseke spî li ber zarokên ku ji camîyê dihatin sekinî û kesekî ji mînîbûsê gazî wan kir da ku li wesayîtê siwar bibin, ji ber vê yekê zarok tirsîyan û ji wê derê revîyan.

Qîzika bi navê M.G. ya ku hat xwestin bê revandin derbarê mijarê de diyar kir: " Dema ku em ji mizgeftê dihatin ji nişka ve mînîbûseke spî derket pêşîya me û kesên ku tê de bûn hewl dan me birevînin. Ji ber vê yekê em jî revîyan. Me careke din wesayîtê nedî. Erebe ya perdefiroşan bû."

Hat hînbûn heman bûyer di rojên cûda de dîsa qewimîye.

Zarokê bi navê O.A. jî derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew û hevalên xwe li taxê dileystin bi heman wesayîtê hatiye xwestin bê revandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Îro em ji vê derê ji jêr ve dihatin. Ew jî ji pşt me ve dihatin. Erebeya perdefiroş bû. Ji me re gotin werin wesayîtê, em jî revîyan. Di pey me de hatin û dû re winda bûn. Bûyer doh qewimî."

Hêj nayê zanîn tu têkilîya vê bûyerê bi bûyera revandina Serhat Eraslanê ku heftîya borî hatiye revandin heye an na.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir