Trump Erdoganî pîroz kir
Serokê Amerîka Trumpji ber encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê li Serokomar Erdogan gerîya wî tebrîk kir.
Donald Trumpê Serokê Amerîka bi telefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerîya û ji ber encamên hilbijartinê wî pîroz kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokomartîyê derbarê mijarê hatiye belavkirin de hat diyarkirin "Birêz Trumpê Serokê Amerîka ji ber zafera hilbijartinên 24ê Hezîranê li ser telefobê Birêz Serokkomarê me tebrîk kir û jê re serkeftin xwest."(ÎLKHA)