• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Yapicioglu vegerîya partîya xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Zekerîya Yapiciogluyê ku bo Namzedîya Parlementerîyê yê Serbixwe yê Diyarbekirê ji endamtîya partîyê û Serokatîya Giştî yê HUDA PARê îstîfa kiribû, vegerîya partîya xwe.

Yapicioglu serîlêdana xwe ya endamtîyê li Serokatîya Navçê ya Kayapinarê ya  HUDA PARê kir û daxwaznameya xwe ya serîlêdanê sipart Serokê Navçê Mehmet Demîr. Serîlêdana endamtîyê ji teref rayedaran ve hat qebûlkirin.

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir "Me di gotibû ku di 25ê Hezîranê de encamê hilbijartinê çi dibe bila bibe em ê vegerin partîya xwe. Niha em vegerîyan. Em ê ji niha pê ve ji wê cihê ku lê mabûn berdewam bikin û xizmetên xwe bidomînin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir