• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Yapicioglû: Gel biryara xwe da û teqdîr tecellî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedê Serbixwe yê Diyarbekirê Parêzer Zekerîya Yapicioglû, do piştî hilbijartinê nirxandina xwe ya ewil kir û ji temamê kesên ew bi tenê nehiştîye re teşekur kir.

Yapicioglû, ji bo Hilbijartinê Giştî ya Heya 27an yê ji temamê kesên piştgirîya wî kirine û yên nekirine re teşekur kir û îfade kir ku wan li temamê Diyarbekirê dengên xwe zêde kirîye.

Yapicioglû, îfade kir ku serkeftin mayîna li ser îstîqametêye û wiha got, "Emê heta mirinê bibin dengê Heq û gelên mezlûm."

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku hilbijartin pêşbirke ne herbe û wiha got, "Dostên bi qîmet û hevalên hêja. Me heyamek hilbijartinê ya din jî li paş hişt. Ji serî û pê de me got hilbijartin pêşbirke ne herb û pevçûn e. Ji bilî du bûyerên mirinê hilbijartin di nava arîmîyê de derbas bû. Gel biryara xwe da û teqdîr tecellî kir."  

Yapicioglû, ji temamê kesên di hilbijartinê de piştgirîya wî kirin re teşekur kir û wiha got, "Bi taybetî ez ji temamê birayên me yên di vê heyama bi zehmet de bi me re hevaltî kir re teşekur dikim. Li hilbijartina tenê bi çavê dengdayînê tê nerîn. Lê belê zêde zehmetî û meşaqetên di dema dengdayînê de tên kişandin nayên bibîranîn. Bi vê wesîleyê ez ji temamê birayên xwe yên afîş amade kirin, panqant aliqand û yên ji bo hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax gerîyan re teşekur dikim û malavahîya xwe tînim ziman. Ji bo ciwan, dilda û endamên me yên bi ezm û îrade dixebitîn re teşekur dikim. Xweda ji we teva razîbe."

"Em serkeftinê di hejmar û encamên zahirî de nagerin"

Yapicioglû wiha got, "Me li her berê dengên xwe zêde kir. Ev serkeftin ya we ye. Em serkeftinê bi encamên bi jehr û bi hejmaran nabînin. Me li temamê deran dengên xwe zêde kir. Derên ku me berya niha deng jê negirtibûn me vê carê deng girtin, me dengê xwe da bihîstandin û daw û doza xwe ji gelê xwe re gotin."

"Serkeftin mayîna li ser îstîqametê ye"

Yapicioglû, destnîşan kir ku fedakarîya hatîye kirin qethîyen wê neyê jibîrkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir, "Serkeftin mayîna li ser îstîqametê ye. Serkeftina me ya esil; tiştên ji me tê xwestin em wan bi heq bikin û wezîfa xwe bînin cîh. Ji ber vê yekê we bi heq anîn bi cîh. Hûn bi serketin, bi îzna Xweda hûnê encamên van xebatên xwe yên bi îxlas bibînin. Hem li vê dinya û hem jî li dinya din ev fedekarîya we dê neyê jibîrkirin."

"Em bûn talibê berbirsiyareke mezin"

Yapicioglû, destîşan kir ku ewê heta roja dawî ji vî miletî re xizmet bikin û wiha got, "Em bûn talibê berpirsyareke mezin. Di serî de em bûn talibê xizmeta miletê xwe û ya ummeta Îslamê. Dema em derketin rê me roja ewil got em dixwazin ji gelê xwe yê Misliman re xizmet bikin. Me ev her tim anîn ziman. Bi îzna Xweda emê heta nefesa xwe ya dawîn ji Heq û gelê xwe re xizmet bikin."

"Piştî sindoqên hilbijartinê hatin vekirin karê me neqedîya"

Yapicioglû, îfade kir ku ji niha û pêde berpirsyarîyê me zêdetir bûye û got, "Piştî sindoqên hilbijartinê hatin vekirin karê me neqedîya. Mixabin berpirsyarîyên me zêdetir bûn. Em ji veya hayîdarin.  

"Ji bo welat pêvajoyeke nû dest pê kir"

Di dawîya axavtina xwe de Yapicioglû bangî tememê partîyên sîyasî kir û wiha li axavtina xwe dawî anî, "Ji niha û pêde ji bo welatê me pêvajoyek nû dest pê kir. Bi vê wesîleyê em careke din bangî temamê partîyên sîyasî û hêlên bandora wan li ser gel heye dikin û em dibêjin werin em menfaet û berjewendîyên vî miletê ezîz bi ser her tiştî re bigrin. Werin em gavên ji bo kara vî memlekî bi hevre bavêjin. Werin em gavên pêşeroja milletê xwe têxin bin temînatê bi hev re bavêjin. Werin em qanûneke bingehî ya xwemalî û millî, ya li gor urf, edet û bawerîya xwe derxin û ji wan xerabetan xilas bibin. Bi vê wesîleyê ez ji temamê gelê me yên piştgirîya maddî û ya manewî daye me re teşekur dikim û silavên xwe ji wan re dişînim." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir