• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
Bernameya bi bîranîna şehîdên Sûsayê de di yekê Tîrmehê de bê tertîbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îfadekirin ku bi minasebeta salvegera şehîdên Sûsayê ya 26an dê di 1ê Tîrmeha 2018an roja Yekşemê "Bernama bi Bîranîna Şehîdan" bê lidarxistin.

Serokê Komeleya Sûsa Derê Vechettîn Seyîtnûr derbarê tertîbkirina bernameyê de destnîşan kir ku armanca wan ewe kû ew doza şehîdan bidin jiyandin, wan biryar daye ku di 1ê Tîrmeha 2018an roja Yekşemê bernameya bi bîranîna şehîdan li dar bixin.

Seyîtnûr, destnîşan kir ku wehşeta 26 sal berê hat kirin êş û elamê wê wek roja ewil di dilê me da nûye û wiha li axavtina xwe zêde kir, "Ev doz li ser esasên mezin û bi qîmet hatîye çêkirin, di esasê wê de xwîna Hûseyîn û Huseynîyan ya pak û temîz hatîye rijandin. Bila bê zanîn ku hezkirin û hesreta me ya ji bo şehîdan me zêdetir nêzîkê rebbê mê dike û ew huzn û îştîyaqa me her roj diçe zêdetir derdikeve pêş çavan. Bi îzna Xwedê emê vê Yekşemê tev bi hev ra herin ser qebra wan kesên ku em qethîyen qebûl nakin ew mirîne, lewra ew şehîdin emê herin ser qebra wan û bi wan re hesbîhal bikin. Em hêvî dikin ku temamê birayên me dê beşdarî bernameya me ya bi bîranîna şehîdan bibin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir