• DOLAR 32.572
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2426.62
  • ...
Qursên Qur'anê yên havînê dest pê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê piştî ku mekteb tatîl bûn re qursên Qur'anê bi bernameya ku Miftîyê Bajêr ê Êlihê Turgut Erhan beşdarî bû hatin vekirin.

Erhanê ku li Êlihê li mizgeftekê  beşdarî bernamê bû derbarê mijarê de diyar kir wek her sal îsal jî mekteb tatîl bûn û qursên Qur'anê dest pê kirin, malbat zarokên xwe bo ilmên Îslamî dişînin van qursan. Erhan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Qursên me yên Qur'anê yên ku li tevahîya Tirkîyê dest pê kirine bi heman awayî li Êlihê jî dest pê kirin. Tev de 200 wezîfedarên me di vî warî de erkdar in."

 "Dema ku zarokên me hatin camîyê ew ê him hîn bibin û him jî kêfxweş bibin"

Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo zarok werin ew ê bername bên tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me digel Midûrtîya Bajêr a Spor û Ciwanîyê re protokol îmze kir. Em ê zarokên dê werin mizgeftê bibin werzîş, avjênî û fealîyetên wisa. Dema ku zarokên me hatin camîyê ew ê him hîn bibin û him jî kêfxweş bibin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir