Li Erzeromê serokê navçeya ÎYÎ Partîyê di êrîşa bi çek de hat kuştin
Li Erzeromê serokê navçeya Karaçobana Erzeromê yê ÎYÎ Partîyê Mehmet Siddik Dûrmaz dema deng da pevçûna bi çek derket, di encama pervçûnê de Dûrmaz hat kuştin.
Li navçeya Karaçobana Erzeromê li Taxa Kopal di dema dengdayînê de pevçûn derket. Di navbera du malbatên berya niha neyartî di navbera wan de hebû de pevçûna bi çek derket. Di encama pevçûna biçek de serokê navçeya Karaçobana Erzeromê yê ÎYÎ Partîyê Mehmet Siddik Dûrmaz û 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya di Yenîçagê de cîh digre serok bajarê ÎYÎ Partîyê yê Erzeromê Îbrahîm Dûman îfade kir ku bûyer rast e û cenazê Dûrmaz hatîye rakirin morgê. (ÎLKHA)