Di "Îna Bo Birîndaran Wefa" ya ku li Xazzê hat tertîpkirin de 200 kes birîndar bûn
Li Xazzê di bergeha xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de "Îna Bo Birîndaran Wefa" hat tertîpkirin, di xwepêşana ku hat tertîpkirin de zêdetirî 200 Filistînî di êrîşên siyonîstan de birîndar bûn.
Doh li Xazzê di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de bi beşdarbûna bi hezaran Filistînîyan xwepêşana bi navê "Îna Bo Birîndaran Wefa" hat tertîpkirin. Çeteyên terorê siyonîstên îşxalker bi çekan êrîş birin li ser Filistînîyên ku beşdarî xwepêşanê bûn. Di encama êrîşên siyonîstan de zêdetirî 200 Filistînî bi berikan birîndar bûn.(ÎLKHA)