• DOLAR 32.352
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.41
  • ...
Yavuz: Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Êlihê mîtînga Aydin Gokê Namzedê Serbixwe yê Parlementerîyê yê Êlihê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî beşdarî mîtînga ku li Êlihê hat tertîpkirin bû. Yavuzê ku beşdarî mîtîngê bû derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir û balan kişand li ser çareserîya pirsgirêkên heyî.

 "Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe"

Yavuz di axavtina xwe de balan kişand li ser xeteyên ku ji teref dewletê ve hatine kirin û dû re wiha got: " Em ji dewletê re dibêjin; Ey dewlet bi xeteyên xwe rû bi rû bibe. Ji vê israra xwe ya qewmîyeperestî û mnîjadperestîyê berde. Li van axan qewmîyeperestî û mnîjadperestîyê nikare bihewe. Em mecbûr in ku vegerin li wê Îslama ku heqîqeta van axan e. Em wek HUDA PARê dixwazin ku ev xal di makeqanûna nû de hebe ; Bila qanûnek tenê jî ya ku li dijî bawerîya  vî xelkî ye bê derxistin.  Lewra Xweda qewm û zimanan wek ayetekê afirandiye. Necibandina qewm û zimanan tê wateya neecibandina tiştê ku ji teref Xweda ve hatiye afirandin. Vaye felsefeya me li ser vê heqîqetê  ye.  Rêxistin û kesên ku dibêjin em ê vê meselê çareser bikin dibe ku makyevelîst tevbigerin û konjokturel hereket bikin. Dibe ku bibêjin ev yek zirarê dide me û em 'fikra Kurdistanê bavêjin çopê.' Lê belê em nikarin vê yekê bibêjin."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir