• DOLAR 32.378
  • EURO 34.999
  • ALTIN 2326.059
  • ...
 "Perwedehîya bi zimanê zikmakî wek şîrê dêya me helal e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aydin Gokê Namzedê Xweser ê Parlementerîyê yê Êlihê  di mîtînga ku li Êlihê tertîp kir de xîtabî xelkê kir. Aydin di axavtina xwe ya ku kir de derbarê rojevê girîng ên rojevê de nirxandinan kir û destnîşan kir "Em ê piştî hilbijartinan jî di nav xelkê de bin. Ez soz didim. Piştî hilbijartinan em ê nebin ji wan kesên ku dixwazin, em ê bibin ji wan kesên ku didin. Em ê bibin ji wan kesên ku xizmetê dikin. Em ê derd û kulan, kêfxweşîyan parve bikin."

 "Perwedehîya bi zimanê zikmakî wek şîrê dêya me helal e"

Gok di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser helwesta HUDA PARê ya derbarê perwerdehîya bi zimanê zikmakî de û derbarê mijarê de wiha axivî: "Perwedehîya bi zimanê zikmakî divê wek şîrê dêya me helal be.Werin netirsin. Bila Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê ya nêzî 20 milyon welatîyên we, bila zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî. Ev jî ji ayetên Xweda ye. Û divê lê xwedî bê derketin. Pîspor dibêjin  ' bo zimanek karibe xwe mihafeze bike pêwîst e ku bê perwerdehî û hîndekarî bê dayîn.' Heta ku bi zimanekê perwerdehî nayê dayîn, ew ziman nikare xwe mihafeze bike. Heyf e, divê em hemû lê xwedî derkevin û werin em tev de bibêjin Bîsmîllah û bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê xebatan bidin destpêkirin.Îro li 113 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne gelek ziman, zimanên fermî yên wê delwetê ne. Hûn çima ditirsin."(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir