• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Qamyon ket restorantê: 3 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qamyona frênê wê teqîya ket mescîda restorantê û qeza kir. Di bûyerê de 3 kesên di qamyonê de jiyana xwe ji dest dan, di dema qezayê de valabûna mescîdê jî ket pêşîya facîayeke mezin.

Li gor agahîyên hatin wergirtin li Kahtayê li ser rêya Bendavê qamyona bi plaqa 63 K 4104 ya di bin kontrola Nusret Çevîk (50) de frênê wê teqîya.   

Qamyona frênê wê teqîya ji kaş ber bi jêr bi surat hat li kêleka rê  ket mescîda restorantê.

Di qezaya elîm de Engin P. (13), Yûnûs Aciyan (20), Bunyamîn Aciyan û Vatan Polat di qamyonê de asê man.

Piştî qezayê gelek ekîbên tendurstî, AFAD, agirkujî, UMKE û polêsan sewqî cîyê bûyerê hat kirin. Pişt xebata kekîban ya saeteke 4 kesên di qamyonê de asê mabûn bi zehmetî hatin derxistin.

Di qezayê de ajovanê qamyonê Nusret Çelîk, Vatan Polat û Bunyamîn Aciyan li cîyê bûyerê jiyan xwe ji dest dan, Engîn P. û Yûnûs Aciyan jî birîndar bûn. Kesên birîndar piştî midaxeleya ewil ya li cîyê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Kehtayê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir