• DOLAR 32.564
  • EURO 34.922
  • ALTIN 2431.165
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz di TRTê de axavtina propagandayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yavuz axavtina xwe ya di TRTê de di navbera seatên19.37 û 19.47an de kir û derbarê mijarên cûrbecûr de nirxandinên balkêş kir.

Temamê axavtina Yavuzî ya ku di TRTê de kir wisa ye:      

Bîsmîllah

Xuşk û birayên min ên bi qedr û qiymet!

 Ez wek Serokê Giştî yê HUDA PARê ku partîya herî ciwan a Tirkîyê ye xîtabî we dikim.

Rehm û silav û bereketa Xweda li ser we hemîyan be.

Dibe ku hinek ji we ev cara ewil be ku navê HUDA PARê dibihîsin. Her çiqas hûn HUDA PARê nas bikin, hûn ê fêm bikin ku HUDA PAR partîya we bi xwe ye û we bi xwe temsil dike.

Belê, HUDA PAR ji teref me ve hat damezrandin. Lê belê HUDA PAR partîya we ye.

HUDA PAR di siyasetê de beramberê şiklê bawerîya di dilê wê de ye.

Hûn mensûb û endamên medenîyeteke wisa ne ku ew medenîyet bi însanîyetê  rojên xweş daye jiyandin.

HUDA PAR, wek endamên wê medenîyeta mezin, amade ye ku wan tiştên ku hûn ji bo xwe, memleket, welêt, însanetî û dinyayê bikin li ser navê we bike ku ji xwe sedema hebûna wê ev e.

HUDA PAR, partîya cihana we û hêvîyên we ye.

HUDA PAR ji sala 2013an vir ve di qada siyasetê de ye . Ev cara ewil e ku li tevahîya Tirkîyê beşdarî hilbijartinan dibe. Lewra dixwaze bo temamê vî welatî tiştên gelek xweşik bike.

 HUDA PAR  waad dike ku ew ê di Meclîsa Mezin a Millet de, ji Edîrnê heta Colemêrgê, ji Sînopê heta Hatayê bibe  dengê wan kesên ku dibêjin "Ez jî dibêjim Pêşî Însan Pêşanî Edalet." HUDA PAR dixwaze wê siyaseta bi rûmet a ku ji dilê her yekî ji we însanên ku ezîzê vî memleketî ne îcra bike.

Xuşk û birayên min ên ezîz!

Em dibêjin "Pêşî Însan Pêşanî Edalet"

Çima? Lewra li gor Rêberê medenîyeta me ya mezin eşrefî mahlûqat însan e û efdaltirînê tiştên ku hatine xuliqandin e.

Însan efendîyê ser rûyê erdê ye. Ji temamê xizmetan re layiq e. Vaye bi vî bawerîyê, em dizanin ku temamê însanên vî memleketî di însanetîyê de xuşk û birayên me ne.

Partîya we, partîya hemû kesên ku xwe di vê meqema ku Xweda bexş kiriye de dibînin e.

Edelat hakimîyeta Heq e. Ger edalet hebe wê demê tê fêmkirin ku heq hatiye tesîskirin. Li cihê ku lê edalet tunebe zilm heye. Zilm tarîtî ye. Tarîtî kufran e û înkara Heq e.

Em ji wan êşên memleket haydar in.

Em ji wan destketîyên memleket haydar in.

Em jê haydar in ku îstîqrar bo vî memleketî çi qas muhîm û girîng e.

Xuşk û birayên min ên hêja!

Ger hûn bawer dikin ku bi rastî jî pêdivî heye ku hinek hebin ku di meclîsê de we temsîl bikin, ger hûn dixwazin dengê we li meclîsê bê qêrandin û ger hûn dixwazun ev êş û elemên ku kezeban dişewitînin ji rastê bên rakirin; wê demê rica min ji we ev e ku vê peyama me ji wan kesên ku firset nedîne me temaşa û guhdar bikin re ragihînin û veguhezînin.

Hebûna partîya we ya HUDA PARê di van hilbijartinan de bo tedarika nûnertî û temsîlkarîya we ye.

 Bi izna Xweda, dema ku hûn li malê di nava zarokên xwe de bin an jî li ser serê karên xwe bin, hûn ê bibêjin ku temsîlkar û nûnerê min HUDA PAR di meclîsê de ye.

Hûn bibin şahid ku hûn ê di Meclîsê de wisa xweşik û baş bên temsîlkirin ku hûn ê zen bikin hûn bi xwe li wê derê ne.

 Hûn ê bi wan wekîlên ku ji lîsteyên HUDA PARê  bihilbijêrin û bişînin Meclîsê îftîxar bikin, serbilind bibin û hûn ê bi vê qerara xwe ya ji alîyê HUDA PARê şanaz bibin.

Xuşk  û birayên ezîz!

Em li vî memleketî temamê kesên ku kevirekî dideynin li ser kevirekî ango bo vî welatî tiştekî baş dikin pîroz dikin û ji wan re teşekur dikin.

Rast e, em ji alîyê maddî ve pêşve diçin, lê belê ji alîyê manewîyatê ve di nav valahîyekê de ne. Em ji hêla maddî ve pêşve diçin, lê belê ji hêla manewî ve di nav bêtahmîyekê de ne.

Ev hal ne bêçarê ye.

Em rêwîyên rêyeke ezîz in.

Di rêya ku em tê de diçin mimkûn e mirov ji alîyê maddî û manewî ve pêkve pêşve biçe.

HUDA PAR ji we re pêşveçûneke wisa waad dike.

Ji ber ku têgihiştina îqtîsadeke  kapîtalîst a berhemeke îthal e û ji me re bîyanî ye; çand û medenîyeta me û hevkarî û piştevanîya me zirar dît. Di netîceya vê yekê de kesê dewlemend ji kesê feqîr re bû bîyanî û pêwendîya di navbera wan de ji rastê rabû. Zarokên her du terefan li heman mekanê dijîn; lê belê li mektebên cuda dixwînin, hev nas nakin û bi derd û kulên hev nizanin û fam nakin.

Di vê pergela kapîtalîst de  dê û bav mecbûr dimînin ku li fabrîqayan, di wan depoyên marketan ên ku mîna çalên kûr in de, di atolyeyên tekstîlê de bi heqeke hindik bixebitin. Zarokên ku wek sêwîyan li malê li benda dê û bavên xwe dimînin him ji wan têr nabin û berîya wan dikin û him jî bi heqê didin wan jî zikên wan têr nabe. Ev yek ne adil e.

HUDA PAR ji we re Tirkîyeke wisa waad dike ku ew ê li wê Tirkîyê him kesên dewlemend dewlemend bibin û him jî ew ê ew kesên ku dê dewlemend bibin dê birayên xwe ji bîr nekin û ji civaka xwe dûr nekevin; ew ê li Tirkîyê dê û bav bi heqeke hindik ango di bin sînora birçîbûnê de neyên xebitandin.

Him em ê pêşve biçin û him jî em ê eslê xwe ji bîr nekin. Em bawer dikin ku ev yek mimkûn e. Hûn jî ji vê yekê bawer dikin. Naxwe em tev de dikarin vê yekê bikin û bi ser kevin.

Xûşk û birayên hêja û bi qedr û qiymet!

Haya me ji wan êş û elemên ku hûn dikşînin û zehmetîyên ku li rasta we tên heye, lewra em jî digel we pêkve van êş û eleman dikşînin û dijînin.

Ji ber vê yekê me got ku Pêşî Însan Pêşanî Edalet. Bo wek însan bê jiyan divê pêşanî ji edaletê re bê dayîn. Bo vê yekê jî; divê di daraz, îqtîsad û siyasetê de edalet hebe, dîsa em dibêjin di parvekirina dahatê de, di berhevkirina bacê de, di temsîlê de û di girtina kar de divê edalet hebe.

Li darazê edalet tuneye

Di girtîgehan de 254 hezar mehkûm û girtî hene.

Tev de 7,5 milyon dosyayên cezayê hene; ger bo her yek dosyayekê 2 bersûc û 2 şahid û 2 jî gilîdar hebin ev tê maneya ku nêzî 40-50 milyon însan wextê xwe di mehkemeyan de derbas dikin.

Ev ne rewşeke asayî ye.

Hêj bi sedan birayên me yên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne di girtîgehan de ne...  Hinek ji wan hene ku em bi wan dizanin vaye 30 sal in belasebeb di girtîgehan de tên girtin. Dema ku niha hûn li me guhdar dikin ew di pey dîwaran de ne.

Ew egîd û mêrxasên ku doh di 18 salîya xwe de hatin avêtin girtîgehê îro bûne 50 salî û hêj di hepsan de tên rizandin.

Ger bê xwestin dawî li vê êş û elemê bê anîn, divê ew HUDA PARa ku vê êş û elemê di dilê xwe de, di qelbê xwe de dijî di wê meclîsê de bê temsîlkirin.

Ji ber hinceta lêpirsîna ewlehîyê xortên me yên 22 salî yên ku ji zanîngehê mezûn bûne nikarin bibin memûr, lewra pêşîya wan tê girtin. Tirkîye berî niha vê yekê kengî jiyabû? Di hişê me de cihê wê tuneye.

Ger pêşîya wan ewladên serkeftî yên vî welatî bi mulaqatan bê qutkirin û ger kadro ketibin pazara mezatê wê demê tê fêmkirin ku bêhn bi xwey ketiye, kontrol ji dest hatiye dayîn û kar nikarin bên kontrolkirin.

Ew ê HUDA PAR li ser navê we li meclîsê be  û ez ji we re soz didim ku ew ê wek dê û bavên wan zarokên ku ji lêpirsîna ewlehîyê derbas nebûne bixebitin da ku dawî li vê halê bê anîn.

Dê û bavên bi qedr û qiymet û xuşk û birayên min ên ciwan!Guh bidin min;

Di medenîyeta me de encax mumin birayên me nin. Di tu dêrê dîroka me de qedexeyeke mîna qedexekirina zimên çênebûye.

Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez, Abaza, Boşnak, Arnawut... Gelo em tev de ne şopîner û taqîbkarên Hz. Muhammed in? Naxwe çima em dikevin nav hewldana serdestirnîşandanê ya li dijî hev. Çima em heq û hiqûqê xwe li dijî hevdû dibînin?

Heyf û mixabin piştî ku nîjadperestîya cûdaxwaz a medenîyeta Xerbê ket nav me û sîrayetî me kir em bi vê qedexeya zîşt, genî û qirêj re rûbirû man.

Tirkîye di vî warî de pêşve çû, qismen jî ji vê eybê rizgar bû. Lê, divê ev yek bê xistin bin temînata makeqanûnî.

Di meseleya Kurd de mixabin heta îro exlebe bi netîceyên hewadis û bûyeran hat mijûlbûn. Emperyalîstên ku çav berdane memleketên Îslamê her tim berê me da netîceyên bûyeran û me pê dan lebikandin û meşxûlkirin û bi vî awayî enerjîya me diqedînin.

 Ew kesên ku qencîya me nafikirin encamên ku dê me tevekan bidin lebikandin derdixin holê û xwestin ku em enerjîya xwe di wir de xerc û xelas bikin.

Bawer bikin başbûna yekî/ê ji me ya me tevan e. Êş û elema yekî/ê ji me ya me tevan e. Em mecbûr in ku bi ser vî karî de biçin û sedemên wê ji holê rakin.

Tiştê ku me bi van qedeyên zimên ên xebîs û kirêt re rûbirû dihêle ew îdeolojîyên pîs ên ku ji Xerbê hatine neqilkirin e. Werin em weke Resûlê Xwedê-Silavên Xweda li ser bin- di Xutbeya Wedayê de gotiye 'temamê cûreyên nîjaderstîyê têxin bin pêyên xwe"  Em astengên li ber zimanên hevdû rakin û firsedê nedin dijminên xwe.  Werim em pêkve memleketê xwe ber bi rojên bi hizûr û aramî ve bibin.

Xûşk û birayên min!

Mixabin bi wan qanûnên ku berhemên taqlîdê ne û ji derve hatine anîn, zirareke gelek zêde mezin hat dayîn sazîya malbatê. Di netîceya vê yekê de malbat hilweşîyan, neslên ku mecbûr man ji dê û bavê xwe yekî/ê bihilbijêrin ji şefqata dê û bavan mehrûm mezûn bûn. Ji bilî vê em bi rewşeke wisa re rûbirû mane ku tê de ewlad, dê û bavên xwe qetil dikin, dê û bav ewladên xwe qetil dikin. Em bi bobelat û felaketeke wisa ecêb  a civakî re rûbirû mane.

Ev yek ne bes bû ku problemên sazîyên me yên perwerdehîyê li van zêde bûn ku  xortenîyeke ku ji nirxan bawer nake, ji xwe bawer nake, qeyd û bendên edebê nizane, nizane destên xwe bi kar bîne û temamê wextên xwe li ber ekranên televîzyonê derbas dike mezin bû. Xort û xortanîya me dahatû û îstîqbala me ne. Xortanîyeke ku nebe xwedî mesûlîyet, hesabê nede, hesabê nepirse û nehilberîne dahatû û îstîqbaleke mirî ye.

Ji bilî vê, halê dinyaya  Îslamê malûmî we ye; Qudsa me  bendewar e ku Selahaddîn û Fatîh derkevin werin wê xelas bikin.

 HUDA PARa we dê bibe dendika medenîyeta me ya mezin û soza perwedekirina xortanî û ciwanîyeke pêşeng a ku bawerîya xwe bi nirx û çavkanîyên medenîyeta xwe tîne, bi qeyd û bendên edebê dizane û dihilberîne dide we.

Em bawer dikin ku ew ê Selahaddîn û Fatîh ji nava vê civanîya ku bi vê îman, talîm û terbîyê  û bi qabîleyîtê mezin bûye derkevin holê. Em bi vî xortanî û ciwanîyê di serî de mizgînîya rizgarkirina Qudsê û dû re ya Ummeta Îslamê  didin we.

Berîya ku ez bên dawîya gotinên xwe û axavtina xwe bi dawî bikim;

Ez dixwazim li hizûra we bo 24ê Hezîranê, 24 sozên HUDA PARê bidim we û we jî bikim şahidên van sozan.

Dema ku HUDA PAR hat hilbijartin û dest bi kar kir;

Bo berjewendî û menfeatên siyasî dê di nava civakê de berberîtî neyê derxistin û dê bi şikleke berhevkar bê hereketkirin.

Însan dê ji îfadekirina hest û ramanên xwe netirsin.

Bi wan Qanûnên Di Hikmê Qanûdê de  destûr neyê hiştin ku di dehlê de agir terr û hişk hemû tiştî bişewitîne, ango dê destûr neyê dayîn neheqî û zilm bê kirin.

Rewşa derasayî dê bê rakirin. Ew ê lêpirsîna ewlehîyê û hemû tiştên mîna mulaqatê yên ku dikarin pê îstîsmar bên kirin dê bên rakirin. Ger kes ehlê karê xwe be, heq bike,  dê heqê wî/ê jê re bê dayîn.

Ew ê partîzanî neyê kirin. Ew ê dawî li wan "borsayên" li standina kar, belavkirina kar û darazê de hene bê anîn.

Ew ê welatî birêveberî û xizmeta bê rişwet nas bike û dê bibîne.

Ji bo bi zimanê zikmakî perwerdehî karibe bê dayîn çi tişt pêwîst be dê bê kirin. Ev heq ji temamê wan kesên ku teleb bikin re dê bê dayîn.

Meseleya Kurd dê di temela edalatê û wehkevîya welatîyan de bê çareserkirin.

Cotkar dê wek xezîneyan bên parastin, ji wê mazota ku dê bi kar bîne dê bac neyê standin.

Dewlet dê di warê berhevkirina bacan de hişk û tund nebe. Dema ku pêwîst be ew ê sepana baca negatîf tetbîq bike ango jê re destek bê dayîn.

Ew ê bi eraq û tiryakê re bi şikleke çalak micadele bê kirin.

Ew ê ji xortan re kar bê dîtin û dawî li bêkarên bi dîploma bê anîn.

Ji bo pêşîya şiddeta li hember jinan û îstîsmara jinan bê girtin dê tedbîrên pêwîst bên standin.

 Ew ê destheqê kêmtirîn ango asxarî bê zêdekirin û li gor endeksa "zêr" bê sabîtkirin. Ew ê ji destheqê asxarî bac neyê standin.

Ew ê di her malekê de herî kêm kesekî/ê xebatkar ê/a bi sîgorta hebe. Ji kesên ku dahata wan nebaş in re dê ceyran, av û xaza bê bac bê dayîn.

Ew ê sîgortaya karkarên demsalî bê çêkirin. Bo karker nemirin dê tedbîrên pêwîst bên standin.

Ew ê ji kêdxwaran û kêdxwarîyê re fersend neyê dayîn, dê destûr neyê dayîn ku neheqî li karkeran bê kirin û dê dijminantîya sermayê jî neyê kirin.

Ew ê sepana ku li ser faîzê hatiye avakirin  bê terkkirin.

Îtîbara dewletê di refaha xelkê de ye. Ew ê di kamûyê de luks û îsraf xelas bibe.

Ew ê qanûnên ku li dijî bawerîya xelkê me yê Misliman bin neyên derxistin. Ew ê kesên xwedî bawerî û çandên cûda ne, li rasta qedexeyan û zextan neyên.Ew ê însan neyên vederkirin.

Ew ê bi rejîma siyonîst re pêwendî bên qutkirin û siyonîst dê wek dewlet êdî neyê naskirin.

Zîna dîsa ji nû ve wek sûc bê qebûlkirin. Ew ê fuhuş û qumara di din çavdêrîya dewletê de bê qedexekirin.

Ew ê leşkerîya mecbûrî bê rakirin û dê artêşa profesyonel bê damezrandin.

Ew ê terka têgihiştina dewleta zordar û ceberrût bê kirin. Ew ê têgihiştina dewleta ku fermanê dide welatîyan bê terkkirin û ew ê têgihiştina dewleta ku ji xelkê re xizmetê dike bê hakimkirin.

Pêdivîya makeqanûneke nû hêj heye. Ew ê makeqanûneke siwîl û xwecih bê amadekirin.  Ew ê bendava hilbijartinê do temsîlê de wek sifir bê sererastkirin û nîşandan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir