Bi dîmenan pîrozbahîya îdê yali Diyarbekirê hat tertîpkirin
Li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve pîrozbahîya îdê ya ku her sal tê tertîpkirin û bûye wek kevneşopîyekê îsal jî hat tertîpkirin.
Koordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember wek her sal îsal jî bi beşdarbûna girseyeke qelebalix li Diyarbekirê bernameya pîrozbahîya îdê terîtp kir. Xelkê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da. Wekî din Namzedê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglu, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Serokbajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Metîn Kaya, rayedarên platformê, naskirîyên şehîdan û temsîlkarên sazîyên civakî yên siwîl beşdarî bernamê bûn.
Di bernamê de selewat û tekbîr hatin anîn û kesên ku beşdarî bernamê bûn îda hevdû pîroz kirin. Piştî pîrozbahîyê Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut derbarê ehemîyeta rojevê de axavtinek kir û destnîşan kir ku ev eyd bila bibe wesîle ku alema Îslamê ji xewa xefletê hişyar bibe û cardin bibe xwedî izzet û bila bibe wesîleya yekîtîya alema Îslamê.(ÎLKHA)