Li Yemenê nêzî 11 milyon zarok niha mixtacî alîkarîyê ne
Dîrektorê Giştî yê UNICEFê di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser rewşa xirapa li Yemenê û destnîşan kir li Yemenê nêzî 300 hezar zarokên qîz û law ev demeke dirêj e ku êş û elemê dikşînin.
Ji teref Dîrektorê Giştî yê UNICEFê Henrietta H. Fore di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser rewşa xirap a li Hodeîdaya bajêra Yemenê û destnîşan kir ji ber şerê ku berdewam dike li Yemenê nêzî 300 hezar zarokên qîz û law ev demeke dirêj e ku êş û elemê dikşînin.
Fore di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir bi milyonan zarokên ji ber şer zirar dîtine muxtacî alîkarîyên însanî yên ku dê bên belavkirin û dû re wiha got: "Li vî welatî şer gelek zêde zirar da. Ji ber vî şerî 11 milyon zarok niha mixtacî alîkarîyê ne. Ger ev alîkarî ji wan re neyê kirin dê tiştên gelekî xirap pêk bên. Ger sotemenî neyê anîn welêt dê pompoyên avê nexebitin û dê ev yek bibe sedema nexweşîyên mîna amelîbûn û kolerayê."
Fore di berdewama daxuyanîyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir û xwest di warê alîkarîyê de tiştê pêwîst bê kirin.(ÎLKHA)