• DOLAR 32.588
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2507.41
  • ...
 "Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha xebatên hilbijartinê de çû Semsûrê û xelkê ziyaret kir. Di dema ku ziyaretên ku hatin kirin de xelkê teweccûheke mezin nîşanî dan. Yavuz û heyeta digel wî dû re beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn. Yavuzê ku beşdarî bernamê bû di bernamê de axavtinek kir û destnîşan kir Misliman bi qanûnên berhevkirî nikare bê îdarekirin.

"Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de pîvana sererastkirina xeletîyên ku tên kirin anî zimên û qala meseleyeke ku di dewra Hz. Omer de pêk hatiye mînak nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Em ji wek Abdullahê kurê Mesûd dibêjin; Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî. Bi izna Xweda em ê te îqaz û hişyar bikin. Ji bo ku em karibin wî hişyar bikin divê em di meclisê de bin. Ev îqazkirin bo me him wecîbeyeke dînî ye û him jî li hember milletê me wezîfeyek e. Dibe ku dema xeletîyê bike haya wî jê tunebe. Dema ku di siyasetê de li gor berjewendîyan bê hereketkirin ew sazîya siyasetê darbeyekee giran bixwe. HUDA PAR dê vê valahîyê tije bike."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir