• DOLAR 32.617
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2498.685
  • ...
Ji Cemîyeta Mustezafan peyama îdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta Îda Remezanê ji teref Navenda Giştî yê Cemîyeta Mustezafan ve  peyama îdê hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin Mela Seîd Varolê ku berî vê çend rojan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da hat yadkirin û îda temamê alema Îslamê hat pîrozkirin.

Di peyama ku hat weşandin de cî hat dayîn van gotinan:

"Em ê Îda Remezanê jiyanbana, lê belê xebera dilşewat a ku me stand gelek zêde li ser me mutessîr kir. Koçkirina welatê ebedî ya Xoceyê me Mela Muhammed Seîd Varol gelek zêde me xemgîn û mehzûn kir. Di serî ji malbata wî û bi giştî ji temamê hezkirîyên wî re sebra cemîl niyaz dikin.  Ji ber xizmetên wî yên Îslamî Xweda ecr û mukafata wî bide. Wî bi cennetên xwe yên Naîm û Firdews mukafat bike."

Di dawîya peyama ku hat weşandin de Îda Remezanê ya temamê alema Îslamê hat pîrozkirin û hat niyazkirin ku ev îd bibe wesîleya rizgarîya Mislimanên li herêmên şer de ne û bo vê yekê teleba dia hat kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir