Ji Yapiciogluyê Namzedê Xweser peyama îdê
Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê di peyama ku ji ber minasebeta îdê weşand de destnîşan kir bila ev îd bibe wesîleya wehdet, aştî, selametî, hizûr û sikûnetê.
Ji ber minasebeta Îda Remezanê ji teref Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê ve peyamek hat weşandin. Yapicioglu di peyama ku weşand de destnîşan kir " Ji Wî Xwedayê ku piştî Remezana mibarek a ku tê de maxfîret û rehmet wek baranê tê xwarê, me gihand îdê re bêebed hemd û sena be."
Yapicioglu di berdewama peyama xwe de îda temamê alema Îslamê pîroz kir û diyar kir " Ez di serî de îda hemşehrîyên xwe yên Diyarbekira ku bajêra sehaba û pêxemberan e û bi giştî yê temamê alema Îslamê pîrzo dikim û ez daxwaz dikim ev îd bibe wesîleya sihhet û bextewarîyê."(ÎLKHA)