• DOLAR 32.35
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2310.236
  • ...
Di navbera AK Partîyî û HDPyîyan de pevçûna bi çek: 4 mirî 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Di navbera heyeta ku bi Parlementerê Rihayê yê AK Partî Îbrahîm Xelîl Yildiz re li Sûrûcê xebatên hilbijartinê dikirin û komek HDPyîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Yildizê ku Parlementerê AK Partî yê Rihayê û namzedê parlementerîyê bo xebatên hilbijartinê li Sûrûcê bû û li dikandaran digerîya. Dema ku kete dikana kesekî ku tê diyarkirin HDPyî ye, kesê HDPyî jê re bertek nîşan da û pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de çek û kêr hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku derket de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de kekê Yildiz bi xwe jî heye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir