Li Hekkarî leşkerek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa ku ji teref PKKyîyan ve li Hekkarî hat lidarxistin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Çelêya Colemêrgê kesên PKKyî bi mûşekan êrîşî leşkeran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat belavkirin de êrîşa ku tê îddîakirin teyîd kir.(ÎLKHA)