• DOLAR 32.601
  • EURO 34.741
  • ALTIN 2496.648
  • ...
Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama Îda Remezanê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê metna peyama ku ji teref Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah ve hatiye weşandin:

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

"Ber bi efûkirineke ji Rebbê xwe û ber bi cenneteke ku firehîya wê bi qasî erd û asîmanan e ve bazdin! Ew der bo kesên ku xwedî teqwe ne hatiye amadekirin."(Al-î Îmran:133)

 Hemd û sena ji Wî Rebbê me yê ku piştî îdrakkirina meha Remezanê û Leyletul Qedrê ji me  Mislimanan re îda fitrê kir nesîb re be. Di serê de  îda ewlad û îyalên şehîdên me yên ezîz,  birayên me yên Yûsifî û malbat û zarokên wan, hevaldozên me, malbatan û bi giştî yên temamê ummeta Îslamê pîroz dikim û ez ji Rebbê xwe hêvî û nîyaz dikim ku ev îd bibe wesîleya xelasbûna ji rewşa kambax û bibe wesîle ku derîyên xêrê vebibin.

Bi izn û kerama Xweda me meheke din a Remezanê ya ku tê de jiyana me ya manewî bi xêr û bereket dibe û îbadet û taatên me qet bi qet tên mukafatkirin îdrak kir. Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ku ew şiûra me ya evdîtîyê û ew îmana me ya ku ji teref vê meha mibarek ve hat biqewetkirin  bibin wesîle ku em xwe çêtir bi Qur'an û Sunnetê bigirin û di warê emir û nehyan de bikevin nava hewldaneke hessas. Digel vê yekê ez niyaz dikim ku di serî  de bo em bi xwe,  zarok û malbatên me  bikevin nava hewldanekê zêde da ku em Qur'an û sunnetê bixwînin, fêm bikin û bijîn û bibin xwedîyê exlaqa Hz. Muhammed Mustafa.

Nûra meha Remezanê çi qas ronî û rewnaq be bi heman awayî reşahîya kufr, nîfak û fitnê jî bi heman awayî tarî û bi qaswet e. Bo ev musîbetên ku wek tofanê di ser ummetê de hatine bên berterafkirin, em wek Misliman divê sefên xwe bijdînin ku ev yek li ser me ferz e. Bo vê yekê divê em biratîya xwe sexlemtir bikin û firsetê nedin tefrîqayê, her wisa divê em xwedî bername bin û hinek tişt dema ku li xweşa me neçin û li hisabê me neyên jî hetanî ku di çarçoveya Îslamê de bin divê em li hev bikin û dibê bi şikleke lihevkirî bi ezm û xîret bixebitin.

Wext ne wextê hisabên hêsan ên dinyewî ne, wext wextê ji doza me re kirina fedakarîyê ye, di îxlas û teqwayê de pêşveçûyîn e, wek birayan di xêran de ketina pêşbirkê ye. Emanetî Xwedê bin. Diayên xwe ji me kêm nekin.

Birayê we Edîp Gumuş.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir