• DOLAR 32.597
  • EURO 34.779
  • ALTIN 2505.229
  • ...
Dîroka mîtînga Yapicioglû 22 Hezîranê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicoglû derbarê mîtînga ku wê di 22ê Hezîranê roja Înê li Qada Îstasyonê lidarbixe de axîvî û agahî da.

Yapicioglû li navçeya navend ya Kayapinara Diyarbekirê di vekirina buroya hilbijartinê de xîtabî welatîyan kir. Yapicioglû, destnîşan kir ku ev hewaya sîyasî ya li memleket xebera guherînêye û wiha got: "Bi îzna Xweda dema ev birayê we çû meclîsê ewê nebe wek profîla wan sîyasetmedarên we jê gazin dikir".

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de wiha got, "Heger gelê me tewecuh bike û Rebbê me jî lutuf bike û ez jî wek wekîlê vî miletî bê hilbijartin ezê wek temsîlvanekî wan bibêjim êdî dema di sîyasetê de hin tişt bên guherandin hatîye."

"Dê Diyarbekirê qezenc bike, dê gelê Diyarbekirê qezenc bike"

Yapicioglû, îfade kir ku heger ew di 24ê Hezîranê de bi piştgirîyek mezin here meclîsê dê Diyarbekirê qezenc bike û wiha got: "Ev demeke dirêj e em di warê nerîna îxtîdar û ya mixalefetê de gazinan dikin. Bê ev gazin û gilîyê me dê dewam bike an neke wê di 25ê Hezîranê de eşkere bibe. Ez bawer dikim ku kesên ji rewşa niha nerehete û bawer dikin evê êdî bê guherandin ji ya kesên ji rewşa niha memnûn e zêdetir e. Heger hûn ji rewşa niha gazinan dikin divê hûn dema ji partîyeke aciz dibin diherin partîya din û dema ji wê jî aciz dibe diçin adin divê hûn êdî vê yekê terk bikin. Êdî kes nikarin bibêjim alternatîf tineye. Heger Diyarbekir di 24ê Hezîranê de bi dengekî bi qûwet bibje 'Êdî bisekine, em ji vê re dibêjin êdî bese û îtîraz dikin' Diyarbekirê qezenc bike, gelê Diyarbekirê qezenc bike."

"Hewaya sîyasî ya li memleket agahîya guherandinê dide"

Yapicioglû, diyar kir ku heger ew here meclîsê dê bibe dengê gel û got: "Bi îzna Xweda heger ev birayê we here meclîsê dê nebe wek wan kesên ku we ji wan şikayet dikir û dê we ji bîr neke. Emê vî memleketî van kolan, cade û gundan ji bîr nekin. Emê nabin ji wan kesên ku tenê dema hilbijartinê bîra wan dibin. Me heta niha tu tiştek ji berjewendî û xêra gelê xwe zêdetir bi pîşîya tiştekî negirt. Bi îzna Xweda çi karê em bike an jî gavên em bavêjin di serî de emê bibêjin ecêb Xweda ji me razî bû an nebû emê bi vê xesasîyetê hereket bikin û dûre emê bibêjin ecêb ev li gor xêr û menfaeta gelê meye. Heger ev tinebe, ji sedî sed karame jî têde be emê wê gavê navêjin û wê gotinê nebêjin. Em hêvî dikin ku têgîhîneke sîyasî ya wisa têkeve nava memleketê me. Heger hûn jî wisa dixwazin ji temamê birayên min îstîrhameke min heye. Niha hewayek zaf xweş heye. Hewaya sîyasî ya li memleket agahîya guherandinê dide. Ji bo ev hew neyê guherandin û nebe ji aleyhê me û em nebêjin ji xwe ev kar temam e divê em vê hefteya dawî rûnenî û zêdetir bixebitin, cehd û xeyreta xwe zêdetir bikin."

"Mîtînga me dê di 22 Hezîranê de bê tertîbkirin"

Yapicioglû di dawîya axavtina xwe de di warê dîroka mîtîngê de jî agahî da û wiha got: "Mîtînga me dê Îna berya hilbijartinê yanî di 22ê Hezîranê roja Înê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Di warê îlankirina saetê de jî dema me xebatên xwe tev kir emê agahîyê bidin we. Ez ji niha de ji bo cehd û xeyreta we ji we teva re teşekur dikim. Ji bo tiştên we heta niha kirîye Xeda ji we razî be. Ez careke din bi bîrdixim. Dema hûn hatin benda dawî bila betilandin çênebe." (ÎLKHA)

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir