• DOLAR 32.386
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2326.454
  • ...
"Ger pêşnîyazên me yên çareserîyê hatibana guhdarkirin..."
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Bajêra Bûrsayê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku beşdarî bernameya fitarê bi karsaz û STKyan re hat bal hev. Yavuzê ku di bernameya fitarê de axavtinek kir derbarê mijarên mîna makezagona nû, teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve hat kirin û derbarê mijarên din ên rojevê de nirxandinan kir.

 "Ger pêşnîyazên me yên çareserîyê hatibana guhdarkirin..."

Yavuz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir pêwîst e hikûmet pêşnîyazên çareserîyê yên HUDA PARê guhdar bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger pêşnîyazên me yên çareserîyê hatibana guhdarkirin, ew ê FETO ew qas nikariba pêşve biçe û qestî memleketê bikira. Ger biya me hatibana kirin ew ê di wê şaşîya ku jê re digotin pêvajoya çareserîyê de bi hezaran ewladên bî milletî dê nemiribana. Bi heman awayî ew ê bajarên me nebûba kavil û xirabe. Ger hişyarîyên me hatibana guhdarkirin ew ê meseleya Sûrîyê nehatibana vê astê û ew ê wek avê xwîn nehirekîbana."

Yavuz di dawîya axavtina xwe de diyar kir pêdivîya Tirkîyê bi HUDA PARê heye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Mucalefeta me qetîyan ne li ser dijminantîyê ye."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir