• DOLAR 32.348
  • EURO 35.153
  • ALTIN 2308.536
  • ...
Li Êlihê pevçûna bi çek: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa navend ya Bahçelîevler a Êlihê lihevnekirina di navbera eqreba de bi pevçûna bi çek encam bû. Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Taxa Bahçelîevler li kêleka Stadyûma Bajêr ya 16 Gulanê qewimî. Li gor agahiyên hatin wergirtin di navbera malbata Tapkan û Kaplan yên eqreba ji ber sedemeke ne dîyar lihevnekirin derket. Di saetên êvarî de di navbera her dû malbatande pevçûna bi çek, dar û keviran qewimî.

Di pevçûna ku çek têde hat bikaranîn de Bîlal Tapkan (30) li cîyê bûyerê, Enver Kaplan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Fahrettîn Tapkan (40) û 2 kesên navê wan nayê zanîn jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambolansên hatin cîyê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Deverê a Êlihê û hatin xistin bin tedawîyê.

Bûyera ku du kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn bi têlefonê hat qeydkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir