• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.305
  • ...
HUDA PAR beyannameya xwe ya hilbijartinê daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ve beyannameya partîyê ya hilbijartinên 24ê Hezîranê hat daxuyandin.

 

 

 

                    BEYANNAMEYA HILBIJARTINÊ YA HUDA PARÊ

                               -HEZÎRAN 2018-

 

Bîsmîllah

Em ji Rebbê xwe niyaz û hêvî dikin ku encamên hilbijartinên 24ê Hezîrana sala 2018an ji niha ve ji bo memleketa me bibe wesîleya xêran.

 HUDA PAR di referandûma ku pergala hikûmeta serokkomartîyê tîne û di 16ê Nîsana  2017an de hat kirin de destek da  da ku qismî be jî daraz, leşkerî û îdarîya rejîma wesayetê yên mîna rêxistina olîgarşîk, burokratîk û bo makeqanûna darbê ya leşkerî ya 12ê Îlonê bê guhartin. Ji ber vê yekê  xala ku HUDA PAR di beyannameya xwe ya bo hilbijartinan muhîm û girîng dibîne ev e:  Amadekirina makeqanûneke ku di navenda wê de însan hebe û di çarçoveya "Pêşî Însan Ewilî Edalet" de be û di nav xwe de dîrok, medenîyet û nirxên me bihewîne.

Ji  vê makeqanûnê mebest;

Tesîskirina civateke adil û azad a li ser weteneke hevpar e ku divê di vê civak û wetenê de; qanûn di çarçoveya edaletê de bo her kesî wekhev bên tetbîqkirin, divê lê serdestîya hiqûqê hakim be, divê ewlehîya dîn, can, mal, eqil û nesil bê xistin bin temînatê, divê nasnameyên bawerî û qewmên cûda bi şikeleke qanûnî bên naskirin, divê kirdeya wê însan û nirxên însanî bin û divê bingeha wê edalet be.

ZIMAN Û ŞÊWAZ

Em bi xemgînî diyar dikin ku ew şêwaza  ji teref sazîya ku ev demeke dirêj e ku siyaset, muxalefet û îqtîdarê di destê xwe de digire ve hatiye tercîhkirin  li dijî nezaket û nezahetê ye. Ev dijberî dibe sedem ku di nav civakê de berberî û duserîtî pêk were. Ev encam berê cûdatî û cihêtîyên me dide şer û pevçûnê ku ev yek li gor berjewendîya wan emperyalîstên ku hewil didin herêma me bi kaosê teslîm bistînin e û ev yek li kêrî wan tê. Wekî din kêrî tu karekî din nayê.

Her çi qas lênêrîna me ya meseleyan ji hev cûda be bila bibe divê ew uslub û şêwaza  ku em ê tercîh bikin li gor nezaketa siyasî û rûmeta însên be û pêwîst e ku bi wan re guncaw be. Gotina "Uslûb însan bi xwe ye" jî ji vê heqîqetê re îşaret dike. Em wek hareketeke ku dibêje "Pêşî Însan Ewilî Edalet" dixwazin di bîran bixin ku tu bidestxistinên siyasî ji însanê ku eşrefî mehlûq e ne serdestir e. Divê bo berjewendîyên siyasî berberî neyê xistin nava civakê û pêkhêner bê hereketkirin. Divê derdoreke wisa bê amadekirin ku însan fikr û ramanên xwe bi şikleke azad bînin zimên. Divê tu kes neyên dîkekirin.

MAKEQANÛNA NÛ Û ÎRADEYA MILLET

Makeqanûna Darbê ya sala 1982an a ku ji teref îdareya darbekerên leşkerî yê 12ê Îlonê ve hat amadekirin wek gomlekeke dînan a ku bi zorê çekan li yekî hatiye kirin e.  Teleba exlebeyê temamê xelkê çêkirina makeqanûneke nû ye. Pêwîst e makeqanûna nû  ji wesayît û îdeolojîyê hatibe paqijkirin û makeqanûneke siwîl be. Divê beşa destpêka wê kurt û puxte be, di nav xwe de qewmîyetperestîyê nehewîne û balan bikşîne li ser maf û azadîyên însanî.

Divê tu maddeyên wê yên ku nikaribin bên guhartin tunebin, îdeolojîyê li ser însanan ferz neke.

Divê deqa sondê ya parlementerîyê bê guherandin. Divê li tu kesî neyê ferzkirin ku li ser bîrdozîyekê sond bixwe; bereks divê bo feydeya civakê xebitîne li wan sond bê dayîn xwarin.

Di amadekerina makeqanûna nû de; divê li heq û edaletê wisa dîqqet bê kirin ku di navbera welatîyan de nebe sedema gengeşî û dijminantîyê; bereks bibe wesîleya hatina bal  hevdû ya li ser xalên hevpar.

Divê qanûn bê derxistin, lê belê divê  qanûnên li dijî bawerîya xelkê me yê Misliman qanûn neyên derxistin.

Divê ew "edaleta di temsîlê de" ya ku heta îro bo "di birêveberîyê de îstîqrar"ê hatibû fedakirin bê tesîskirin, di wê Pergala Hikûmeta Serokkomartîyê de ew bendava hilbijartinê ya ku tu hinceta wê ya maqûl û meşrû namîne ji holê bê rakirin.

Divê ji dêla leşkerîya bibedel  a ku ne çareserîyeke hemûgir e û di civakê de cudahîya feqîr û dewlemendan derdixe holê, artêşeke profesyonel bê amadekirin û êdî xizmeta leşkerîyê ji mecbûrbûnê bê derxistin.

Budçeya beramber  divê bê xistin nava makeqanûnê û divê qanûn bê derxistin ku ji dahatê zêdetir xerc û mesref neyê kirin.

Di pênasa welatîbûnê û di qismê ku lê heqên bingehîn û hurrîyet lê hatine verastkirin de bend an jî fiqreyeke bi navê "Hemû kesên ku welatîyên Komareya Tirkîyê ne divê wek ji mafên welatîbûnê sûdê werbigrin ku ev yek wezîfe û erka dewletê û sedema meşrûîyeta dewletê ye. Bi vî awayî ew ê dawî li wan nîqaşên ku derbarê pênasa welatîbûnê de tê kirin bê anîn û him jî ew ê bal bên kişandin li ser heq û azadîyan.

 AZADÎYA FIKR Û RAMANÊ (EWLEHÎYA EQIL)

Bo însan taybetîya sereke ya ku ji wan candarên din cuda dike eqil û fikira ku berhema eqlê ye. Însan bi hînbûyînên eqlî ji heyberên din cûda dibin. Azadîya fikir û ramanê, di nav xwe de  azadîya îfadekirinê û heqê li derdora fikir û ramanekê rêxistinîbûnê jî dihewîne.

Bo eqil karibe wezîfeya xwe bi cî bîne divê azad be. Gihaştina rêyeke eqla hevpar jî xwedîderketina ferdan a li meseleyên civakî û bo çareserîya wan fikirîn û bi civakê re parvekirina fikran e. Pêşveçûna civakî bi hebûna însanên ku fikran hildiberînin mimkûn e. Li ber fikirê girtin zilma herî mezin a ku dê li însanetîyê bê û li fitrata însan bê kirin e.

Parastina hakaret, îftîra, serîlêdana şiddet, nîjadperestî, cudakarî, biçûkxistina nirxên pîroz ên civakê û parastina fiilên dijberî azadîya fikir  wek azadîya fikir û raman nikare bê hesibandin  û nikare bê hîmayekirin.

Digel vê yekê bo ewlehîya eqil bê tesîskirin divê li dijî wê eraqa ku eqlê însên disekinîne, hildiweşîne û ji rastê radike micadele bê kirin û ew qedexeyên di warê maddeyên tiryak û hişyarîyê de bi şikleke titîz bên tetbîqkirin, xebat û weşanên bêyî ku heya însanan ji wan hebe dixe bin tesîra xwe, bêexlaqîyê wek tiştekî ji rêzê nîşan dide bê girtin û divê bên astengkirin.

AZADÎYA BAWERÎ Û ÎBADETÊ

Ji bilî bawerîyên jirêderketî û li dijî xuliqîn û fitrata însên, divê hemû kes li gor bawerîya xwe îbadetên xwe bike û di vî warî de serbest be. Ev azadî û serbestî divê di bin garantîya qanûn û makeqanûnê de bin.

Azadîya ol û wijdanê heman demî de, pêkanîna pêdivîyên bawerîyan bi awayê ferdî û civakî û bo vê amancê civîn û rêxistinîbûna  bi kesên  weke wî bawer dikin re jî di xwe de dihewîne.

Jiyana mirovan a li gor bawerîya wan, hînbûna dînê xwe ji kesên ku ji teref wan ve muteber tên dîtin, zarokên xwe li gor dînê xwe  perwerdekirin û bo fiileke ku li dijî dînê wan be zorlênekirin jî di nav vê yekê de ye.

Di vê bergehê de welatî divê karibin li temamê daîreyên dewletê li gor bawerîya xwe tesettura munasîb li xwe bikin û divê ev yek bê xistin bin temînatê.

Dewlet mecbûr e ku temamê astengên  li ber jiyana li gor bawerîyê ji rastê rabike. Dewlet bi xwe jî nikare mudaxeleyî bawerîya welatîyê xwe bike. Divê li hember dîn û dîndaran zext û zordarî tunebe. Dewlet nikare tayîn bike ka welatîyê wî ji kîjan dînê bawer bike û ew ê ji çi bawer bike û bawer neke; bi gotineke din welatî çawa dînê xwe dijî bila bijî dewlet nikare mudaxeleyî wî/ê bike. Ji kî/ê tê bila bê divê dewlet pêşîya temamê zext û mudaxeleyan bigire.

             KÊMANÎYÊN DÎNÎ Û QEWMÎ,  BERLÊGIRTINA CUDAKARÎ Û NÎJADPERESTÎYÊ

Li hember hiqûqê hemû kes wek hev in. Li ber qanûnê serdestîya kes û komekî li hinek kes û koman nayê qebûlkirin.

Di warê dayîna xizmetên kamûyê de cûdakarî nayê qebûlkirin. Dewlet di nav welatîyên xwe de ji ber sedemên mîna qewm, mezheb, bawerî, ziman û sedemên din nikare cûdakarîyê bike.

Cûdakarîyên di warên îdarî, hiqûqî û îqtîsadî de divê bi cezayên pêximker ve bê girêdan.

Divê bawerîyên kêmanîyan bê xistin bi temînata makeqanûnî.

MESELEYA KURD

Bêçareserî mayîna vê meseleya ku îro tesîra wê ji mehellîtî û herêmetîyê derbas kiriye û dirûveke navneteweyî girtiye li ser xwe, li dijî welat û herêma me û seranser li dijî erdnigarîya Îslamê ye. Ew dewletên emperyalîst ên ku bo tesewwûra medenîyeta Îslama ezîz sabote bikin, bo çavkanîyên me yên binerd û sererdê dagir bikin û bo ewlehîya rejîma îşxalkerên siyonîst tesîs bikin; serî li her rêyê didin û vê yekê ji xwe re mubah dibînin, li ser xelkê Kurdî mezlûm û mexdûr hesabên xebîs dikin. Eşkere ye ku ew koalîsyona şerr a ku Amerîka jê re pêşîvantî dike herêma me bi şikleke fiilî îşxal kiriye û bi tu komên bawerî û qewmî re ne dost û heval e.

Him bo em heq û hiqûqê bi cî bînin û him jî bo pêşîya vê yekê bigirin da ku emperyalîzm vê meselê zêdetir îstîsmar neke, em vê banga xwe ya ku me berî niha bi raya giştî re parve kiribû bi vê wesîlê cardin dubare dikin:

 "Her çi qas ev demeke dirêj ne di rojeva siyaset û çapemenîyê de bê, dîsa hêj ji wan meseleyên herî girîng ên ku li benda çareserîyê ne yek jî meseleya Kurd e. Niha gelek mijarên ku di rojeva welêt de ne an rasterast an jî nerasterast pêwendîya wan bi meseleya Kurd re heye. Ger meseleya Kurd bê çareserkirin  ew ê feydeya wê bo çareserîya problemên me yên din jî çêbibe.

Kurd berîya ku Tirk werin van axan bi hezaran sal berê li ser van axan bi hev re dijîyan. Kurdan digel birayên xwe yên Tirkên Misliman  seyra dîrokê guherandin. Ev digelhevîya wan ya Melezgirtê ya di sala 1071an de ji wan re derîyên fetha Anatolîyê vekir. Bi digelhevîya di sala 1514an rê hat vekirin ku gelek qewmên muhîm ên Îslamî bibin yek û werin ba hev. Bi digelhevîya di sala 1915an de derîyên Tengava Çanakkalê û Anatolîyê ji emperyalîstên Xerbî re hat girtin. Kurd ne kirêdar û penaber in, xwedîyê vî welatî ne û ji wan damezrînerên eslî yên vê dewletê ne.

Kurdên ku bi sedan salan digel qewmên Misliman re pêkve jiyane, piştî ku fikra dewleta neteweyî derketîye rewacê wek problemekê hatine dîtin û ji ber vê yekê nasname û hebûna wan hatiye înkarkirin. Dû re digel ku hebûna wan hatibe qebûlkirin û serî li rêyên çareserîyê hatibe dayîn jî ji ber ku şêwazên dirist nehatine bikaranîn, naveke rast li mişkîlê nehat dayîn mesele kûrtir û xirabtir bûye û bûye meseleyeke navneteweyî û di encamê de meselê tevlîhev û xirabtir bûye.

Di encama ceribandinên neserkeftî de divîyabû şêwaz û helwest bê sererastkirin, lê belê ji hebûna problemê hat înkarkirin û hat îddîakirin ku tiştên pêwîst temam hatine kirin û çarserîyê hatiye bidestxistin. Mesele xelas nebûye û berdewam dike. Problema me temaman e û divê miheqqeq bê çareserkirin.

Li gor dewletê meseleya Kurd; meseleyeke şiddet, teror û qismî be jî paşdemayîna îqtîsadî ye, bi harkirin û tahrîkên hêzên derve bûye bela serê vî welatî. Lê belê di heqîqetê de ev yek ne wisa ye. Meseleya Kurd di heqîqetê de tahaqqûqkirina biratîya ku li ser zimanan dimîne û hiqûqa wê tuneye; ji edaletê şaşbûn, xalên hevpar piştguhkirin û xerabûna yekîtîyê ye.

Ne mimkûn e ew kesê ku navkirin û teşxîsa xelet kiribe ji problemê re çareserîyekê bibîne.

Qewmê Kurd ji hêmanên eslî yê ummeta Îslamê ye. Ew erdnigarîya ku lê dijî jî navenda erdnigarîya ummetê ye. Bêçareserî mayîna meselê dê temamê herêmê bi şikleke neyînî tesîrdar bike. Çareserîya bi şikleke adil dê him herêmê û him jî temamê ernigarîya Îslamê rihet bike.

Ne mimkûn e ku Misliman problemê bikin amûr; divê çareserîya meselê  bigerin ku ev yek jî wezîfeyeke ku bawerîya wan li ser milên wan bar kiriye ye. Divê Tirkîye, Îran, Sûrîye û Iraqa ku Kurd lê dijîn, problema heyî li dijî hev bi kar neyênin û bo çareserîyê ji hev re bibin alîkar.

Niha tam jî wextê çareserîyê ye. Verastkirinên qanûnî, divê ne li gor Neteweyên Yekbûyî û bi berdana çekan a komekê; berewajî bo milletê bibe xwedîyê heqê xwe, dawî li neheqî û bêaramîyê were, ji nû ve biratî bê tesîskirin û edalet pêk bê divê verastkirinên qanûnî û yasayî bên amadekirin.

Di encama bêçareserîmayîna meselê de mesele ji erdnigarîyeke ji mudaxeleya emperyalîstan re vekirî maye, neslên ku heba bûne, îqtîsadên hilweşîyayî derketin holê.

Bo çareserîya meselê divê paradîgmaya dewleta netewe bê terkkirin, Kurd jî damezrînerên eslî yên vî welatî bên qebûlkirin, di warê heqên bingehîn de divê gavên bê şert û merc bê avêtin.

Divê dawî li cûdahîyên îqtîsadî, siyasî, çandî û cihêkarîyan bê anîn.

Divê dawî li zextên li ser ziman bê anîn. Divê mafê zimanê zikmakî bê dayîn hemû kesan û rê bê vekirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî."

PERWERDEHÎ

Kalîteya perwedehîya welatekî asta medenîyeta wî welatî derdixe holê ku ev xisûs tê zanîn. Ew guherîn û verastkirinên ku di van demên dawî de di warê perwerdehîyê de tên kirin, di warê perwerdekirina însanên bi qelîtê de zanist û ilmê li gor şert û mercên dewrê bi kar anînê de kêm û qels maye. Di esasê de ev netîce her çi qas ji ber bêîstîqrarîya polîtîkayên perwerdehîyê yên ku wek têgeha çêke xerabika xuya bikin jî, di rastîyê de pergala perwerdehîya ku ji derve hatiye îthalkirin e. Em bi xemgînî hêj dibînin ew zihnîyeta ku sazîyên perwerdehîyê wek mekanîzmaya hînkirina îdeolojîya fermî dibîne heye û bi dawî nebûye. Heta ku li ser vê meselê nehat rawestin û heta ku di vî warî de hinek verastkirin neyên kirin, ew ê di pergala perwerdehîyê de ew problemên di mîna bêîstîqrarî, bêwesifbûn û neserkeftîbûn zêde bibin û dê berdewam bikin.

Dê rewşa mewcûd li ber çavan bê girtin û ji dibistana destpêkê heta dibistana navîn hetta hetanî perwerdehîyên bilind mufredateke ku ilm û bawerî û nirxan di nav xwe de dihewîne bê amadekirin ku ev îxtîyac e.

Ji bilî ve ji ferzkirina perwerdehîya qîz û lawan a tevlîhev a ku ji feydê zêdetir zirarê dide bê terikandin û di vî warî de dê û bavên xwendekaran divê bên serbestberdan.

Her wisa divê di perwerdehîyê de mecbûrbûna bes zimanekî ji rastê bê rakirin û di serî bi Kurdî û Erebî ji teref dewletê ve  perwerdehî bê dayîn û ger telebên bes hebe rê li ber wan zimanên din jî bê vekirin da ku bi wan jî welatî perwerdehîya xwe bibînin.

 EDALET

"Edalet bingeha dewletê ye!" Bekaya milkê ango dewletê bi edaletê mimkûn e. Edalet ew e ku heqê temamê kesên xwedîyê heq bin bi şikleke kamil ji wan re dayîna heqê wan e û edalet ewlehîya dîn, can, mal, nesl û eql bê xistin bin parastinê ye. Her wisa ew hêrs û dijberîya li dijî kesekî/ê divê hemû kesî nexasim ew rayedarên dewletên yên ku mecbûrbûna wan a li gor edaletê hereketkirinê heye, divê sewqî bêedaletîyê neke. Divê derfet ji kirina neheqîyê re neyê dayîn. Ez bi xemgînî diyar dikim ku niha di nava bawerîya civakê de edaletê zirar dîtiye.

Sîyasîbûna darazê, muameleya li gor kesan, wextekî irêj di girtîgehan de girtin, zilma 28ê Sibatê, hêj di girtîgehan de girtina mexdûrên daraza FETO ev tev rewşa mekanîzmeya edaletê ya ku ketiye navê, kurteya wê nîşan dide. Pergala edalet û darazê, divê di çarçoveya heq-hiqûq û heqqanîyetê de bê sererastkirin û divê sazîyên darazê bi temametî ji tesîrên sîyasal û îdeolojîk bên paqijkirin, divê demildest ew hafiza dewletê ya ku bi çavê dijminan li xelkê dinêre bê paqijkirin û divê ev hafiza bê esasgirtin û ew bi sedan însanên ku hêj di girtîgehan de tên girtin demildest bê azadberdan.

OHAL

Ji teref rayedarên hikûmetê ve hat destnîşankirin ew ê ew rewşa awarte ya ku piştî teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê hat îlankrin li darbekeran bê tetbîqkirin û ew ê welatî ji vê yekê zirarê nebînin. Encax heta îro hat dîtin ku binçavîyên neheq, girtinên belasebeb, ûsulên mulaqatê yên di standina karker û memûran de, lêpirsînên ewlehîyê, ji wezîfê îxrackirin û sepanên keyfî ên mîna van nîşan didin ku rewşa awarte bes ne li dijî darbekeran bi heman awayî li dijî welatîyan jî tê tetbîqkirin. Nexasim li wan herêmên ku lê Kurd bi piranî dijîn sepanên bi hinceta ewlehîyê tên sepandin û tu ferqa wan ji yên salên 90î tuneye, dibin sedem ku xelk mexdûr bibe û zirarê bibîne, her wisa ev sepan bûne sedem ku ev welat bibe cardin êsîrê polîtîkayên ewehîyê. Ûsulên mulaqatê bûne sedem ku partîzanî û neheqî bên kirin û bûne sedem ku heqê kesên bi lîyaqat û ehlê karê xwe bê xwarin.Bêyî ku lêpirsîn bên kirin û heqê xwe parastinê bê dayîn gelek zêde karkerên kamûyê bi KHKyan(qanûnên di hikmê qanûnê de) tên îxrackirin û li ba terr hişk jî dişewite, ango neheqî tê kirin. Ev mexdûrîyetên ku pêk tên, bipaşveçûyînên di warê heq û azadîyan de bi paşve çûyîn divê li ber çavan bên girtin  û demildest sepanan OHALê bê rakirin.

             ÎQTÎSAD

Kapîtalîzm berhema çandeke wehş û hov a ku menfeatan dike pût, berjewendîyên şexsî dike îlah e. Pergala îqtîsadê ya kapîtalîst a ku îro welatê me jî di nav de li gelek welatên cîhanê tê tetbîqkirin, qismekî malbata însanetîyê mahkûmî feqîrbûnê û hetta qismekî jî mahkûmî birçûbûnê kiriye.

Li alîyekê însan bi birçîbûnê micadele dikin û li alîyê din kesên xwedî îhtîras û nizanin têrbûn çi ye û çavkanîyên binerdê û sererdê bi lezgînî xerc dikin û dibin sedem ku koka gelek cûreyen  zindîyan biqele, tabîat tehrîb bibe û atmosfer û hawirdor qirêj bibe. Bawerîya me ew e ku, ger li xalekî cîhanê yekî/ê birçî hebe û muxtacî gezik nan be, wê demê mutleqe li xaleke din a dinyayê kesekî/ê din ê/a ku ji îxtîyaca xwe zêdetir dixwe, vedixwe û stokê dike heye. Lewra ew nimetên li ser rûyê erdê  ew qas zêde ne ku ne tenê têra însanan bi heman awayî têra temamê heyberên li ser rûyê erdê dikin. Weke ku teorîya îqtîsadê ya kapîtalîst bi şikleke teqez rast qebûl kiriye  "îxtîyac bêsînor û çavkanî bisînor in" nîne. Tiştê ku bêsînor in ne îxtîyac, belkî îxtîrasên şexsî yên kapîtalîstan bin.

Ew bêedaletîya di dahatûyê de ew qas zêde ne ku dibê ku ev yek di nav civakê de bibe sedema teqînekê. Encax li welêt; piştevanî û alîkarîya di nav malbatê de, zekat, sedeqe, înfaq, weqf û muesseyên mîna van û alîkarîyên komeleyan û bingeha civakî ya rûniştî  pêşîya vê teqîna civakî digire.

Nîvê dahata welêt ji teref komeke ku ji sedî 20ê civakê pêk tê ve tê standin ku ev kom di nava koma ku dahata wê herî zêde ye. Ev koma ku dahata wê herî zêde ye her tim para herî zêde distîne. Ji sedî 80ê koma ku dimîne jî nîvê din a dahatê di nav de xwe belav dikin.

Ew koma ku ji sedî 20an pêk tê û di asta herî jêr de ye û ew koma ji sedî 20 a duyemîn jî di nav sefalet û feqîrtîyê de ne. Dema ku  kesên di bin sînora birçîbûn û feqîrîyê de ne ji hêla kombûna li herêmên diyar kombûna rêjeya wan bê hesabkirin ew ê wê demê hecma bêedaletîyê mezintir bibe.

Divê demildest ev ferq ji holê bê rakirin. Bo vê yekê stratejîyên Tirkîyê yên pêşveçûn û pîşesazîyê teqez bên guhartin. Divê ew cûdahîya çînên herî feqîr û herî dewlemend de bê girtin  û ferq bê daxistin asta herî maqûl.

Pêşveçûyînên civakî û îqtîsadî yên herêmên Rojhilat, Başûrê Rojhilat, Deryaya Reş a Rojhilat û Anatolîya Navîn di dîroka komarê de her tim hatiye îhmalkirin û  çavkanîyên îqtîsadî yên van herêman hatiye hebakirin.

 Ev rewş bûye sedem ku li wan herêmên ku navên wan hatin jimartin problemên bêçareserî di qada civakî û îqtîsadî de derkevin holê.

Digel temamê qanûnên teşwîqê yên ku hatin derxistin, nexasim li Rojhilat û Başûrê Rojhilat veberhênanên pêwîst nehatin kirin ku ji ber vê yekê rêjeya bêkarîyê ya li herêmê li ser ya Tirkîyê ye. Ew kesên ku welêt birêve dibin sedema vê yekê ew zaafîyeta ewlehîyê û bûyerên şiddetê nîşan didin û bi vê yekê dixwazin xwe ji mesûlîyetê rizgar bikin. Rast e ku sermaye tirsonek e û ji wan cihên ku lê bêîstîqrarî, rîsk û bêewlehî hebe direve. Encax ew kesên ku wezîfedar in divê ewlehî û îstîqrarê tesîs bikin, lê ji dêla ku zaafîyeta ewlehîyê wek qisûra xwe bibînin, radibin ji vê qisûra xwe re  paşdemayîn û bêkarîya ku qisûreke din a wan e wek hincet nîşan didin ku ev yek ji cambazîya gotinan pê ve nayê tu wateyî.

Dewlet li wan herêm û qadên  ku sektora taybet nikare biçiyê, ew bi xwe divê veberhêneran bike û divê ji welatîyan re kar peyda bike. Li van herêman gelek zêde zêvî bo çandînîyê hene û lê dikarin heywandarî jî bê kirin. Neft bes ji van herêman tê derxistin.

Digel ku herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat  xwedîyê potansîyala çûyîn hatina tîcareta sînor bin jî, pêşîya wê hatiye girtin ku ji vê potansîyala ticaretê sûd bê wergirtin. Divê li  herêmên sînorên Sûrîye, Iraq û Îranê herêmên ticaretên serbest bên damezrandin, bo ticareta sînor zêdetir bibe divê hejmara derîyan bê zêdekirin û weke Qibris û Gurcistanê heye li welatên cîranê welatî bê pasaport karibin herin werin. Faturaya wê gengeşîyên ku bi rojevên sûnî di navnera welatên cîran de hatine derxistin ji millet re neyê birîn. Nexasim problemên wan kesên ku debara xwe bi ticareta sînor û ya esnafa qamyonvanan demildest bê çareserkirin û bo mişkîleya ku tu feydeya wê bo tu kesî tuneye û zirara herî zêde dide welatîyan bê çareserkirin divê serî li rêyên çareserîyê bê dayîn.

Em têgihiştina îqtîsadekî ku di navenda wê de însan û însanetî tunebe, bo refaha civakê nayê xebitandin û bes ji xwe re kiriye armanc ku îqtîsada welêt mezin bibe red dikin. Îro serê nefs, dahat derkeve sed qetê yê îro jî, ger hejmara feqîr û birçîyên civakê kêm nebe  wê demê tu wateya wê îqtîsadê bo însanên feqîr û birçî tuneye. A muhîm ew ê ku bêedaletîya di warê dabeşîya dahatê de bê rakirin û bo xelkê refah bê belavkirin. Ger  wisa neyê kirin ew ê ew kesên ku asta wan a refaha îqtîsadî  zêde dibe; ew ê xesbkirina heqan,  para çavkanîyên ser û binê erdê yên xelkê bidomînin û dê ji vê yekê re bes temaşavan bê mayîn.

Divê polîtîkayeke wisa ya îqtîsadê  bê sepandin ku di navenda wê de însên hebe, ji xwe re kiribe armanca ku refaha însên zêde bibe û zirarê nede hesta însên a wijdan û edaletê.

Ger armanca sereke ya polîtîkaya îqtîsadê însên be; wê demê divê hedefa mezinbûna îqtîsadê zêdekirina îstîhdamê û daxistina bêkarîyê ya asta herî hindik be. Bo vê yekê divê ew cihên ku zeneat hînî însanan dikin bên zêdekirin û divê nexasim ji bo wan kesên bêwesf xebat bên kirin da ku bibin xwedî pîşe  û zenaatekê.

Welat him di warê pîşêsazî û him jî di warê berhemên zireatê de divê ji girêdayîbûna derve bê rizgarkirin.

Ew  sepanan îqtîsadê yên ku li ser faîzê hatiye avakirin divê bi temametî bê rakirin.

Pêwîst e him di navbera kamû, bankevanî û ferdan de têgihiştina faîzê tunebe.

EDALETA BACÊ

Divê ew barê bacê ya ku dê di pergaleke bacê ya bi adil de li ser milên welatîyan bê barkirin divê li gor mal û milk û dahata welatîyan be. Di pergala bacê ya li Tirkîyê  de zahiren tê xuyakirin ki ji kesên ku dahata wan kêm e baca hindik û ji kesên ku dahata wan  zêde ye baca zêde tê standin. Encax di rastîyê de rewş berawajî vê ye. Baca herî zêde ji welatîyên ku rewşa wan nebaş e tê standin.

Ew bacên ku ji xizmetê û malên xerckirinê  tên standin  û ew bacên ku ji maaşan û ji çavkanîyan tên standin  di nava wê baca berhevkirî de di asteke gelekî zêde de ye û di vê tabloyê de bêrêjetî  heye. Lewra welatîyên ku dahata wan nebaş e û bo karibin debara xwe bikin qezencên xwe temam xerc dikin, him di dema qezenckirinê de bacê didin û him jî di dema xerckirinê de bacê didin ku ev yek li zirara kesê/a ku dahata wê kêm e û rewşa wî/ê nebaşe ye. Divê ev yek demildest bê sererastkirin.

Di warê berhevkirina bacan de dewlet divê ne tund be, dema ku pêwîst be û hewcetî pê hebe berewajîya berhevkirina bacê bike û destekê bide wan kesên rewşa wan nebaş e. Divê di her malekê de herî kêm kesekî/ê ku bi sîgorta dixebite hebe, divê ji wan kesên ku rewşa wan nebaş e re ceyran, av û gaza erzan bê dayîn. Divê dewlet zaruretên jiyanê diyar bike û di bin van zaruretan de ji wan welatîyên  ku rewşa wan a îqtîsadî nebaş e û dahata wan xirab e re bibe alîkar.

Pêwîst e dewlet di warê îxtîyacên mecbûrî de welatîyên xwe wek derîyên karê nebîne û divê bi bacan van zaruretan astengdar neke. Divê ji wan kesên ku malên wan tuneye û divê ji wan kesên ku bo veberhênan û ticaretê mesken kirîne bac neyê standin.

Divê dewlet ji wan kesên ku bi destheqa asxarî dixebitin bacê nestîne û divê temamê destheqa asxarî ji bacê bê muafhiştin. Divê destheqa asxarî bê zêdekirin û li gor bihaya "zêr" bê sabîtkirin. Divê ew tiştên ku pêdivîyên sereke ne jî ji bacê bên paqijkirin. Divê ji wan kesên ku ji destheqa asxarî dahateke wan heye, piştî ku desteheqa asxarî jê hat derxistin re dahata din a mayî bê backirin. Divê ew baca ku ji xerckirinên ragihan û çandê tên standin bên daxistin asteke maqûl.

Divê mewzûata bacê ji nû ve sererastkirin û bê hêsankirin, rêjeya bacê bê derxistin û ev yek li ser xelkê bê tetbîqkirin.

             MICADELEYA LI DIJÎ ÎSRAF, RIŞWET Û BÊRÊTÎYÊ

Îtîbara dewletê di refaha xelkê de ye.  Bi îsraf û luksê meylkirin nexweşîyeke îqtîsadî ye, Sedema zewala nimetan e û divê muheqqeq rê li ber vê îsraf û luksê bê girtin. Nexasim ew îsrafa di warê çavkanîyên kamûyê de tê kirin fikarê dide însanan.

Sedema sereke ya îsrafkirina çavkanîyên kamûyê de bêrêtî tê. Sedemên bêrêtîyê jî gelek zêde ne. Encax di serê wan sedeman de tunebûna manewîyat û exlaqê ye.

Bo dawî li rişwet û bêrêtîya ku nexweşîyeke civakî ye bê anîn divê xebat û kontrolên baş bên kirin û di warê xerckirinên kamûyê de bi hesab bê hereketkirin. Di warê  mewzûata îhalê de divê sererastkirin bên kirin.

Rêyeke din a micadelê ya li dijî rişwet û bêrêtîyê,  bi şikleke baş dayîna maaşên erkdarên kamûyê ye.

TENDURISTÎ Û XWEDÎBÛNA BI SIHHET

Xizmetên tenduristîyê ji erkên sereke yên dewletê ne. Welatî divê karibin bi  şikleke hêsan û bêheq jê sûd werbigrin. Nexasim divê giranî û ehemîyet bê dayîn wan herêmên ku bi salan hatine îhmalkirin û mahrûmhiştin û kêmasîyên van herêman ên tenduristîyê demildest bên tedarkkirin.

Ew nexweşên ku divê her tim bên tedawîkirin divê li dayîn û nedayîna wan prîmên sîgortayê  û deynê prîmê neyê mêzekirin û bên tedawîkirin.

Bo civakeke bi sihhet, xwedîbûna bi sihhet şert e. Dewlet divê bi şikleke kamil pîyasaya hilberîna erzaqê têxe bin kontrola xwe û wan  berhemên ku ji sihhetê re bi zirar in bêyî ku bên derxistin pîyasê îmha bike. Bo pêşîya nexweşîya obezîteyê hêj di zaroktîyê bê girtin divê tedbîr bên standin û ji perwerdehîya berîya dibistanê pê ve xwarin û vexwarina bi sihhet û hînbûna erzaqên orjînal bê dayîn.

Dewlet bi pêwîstbûna bûyîna dewleta civakî berpirsiyar û erkdar e ku  îxtîyacên sereke yên xwarin û vexwarina bi sihhet ya welatîyên xwe  tedarik bike.

ZIREAT Û HEYWANDARÎ

Milletek bo karibe xwe bi xwe xwedî bike cotkarî xwedîyê xaleke stratejîk e.Girtina pêşîya girêdayîbûna di berhemên ziraî ya bi derve de gelek zêde muhîm e. Ji ber vê yekê divê cotkar wek xazîneyekê bên dîtin û divê bên muhafezekirin. Divê ew pergalên avdanê yên ku nîvco mane demildest bên temamkirin, divê mîqtara wan erdên ku dikarin bên avdan bên zêdekirin û divê erd demildest karibin werin avdan. Divê ji bo pîşêsazîya ku bingeha wê zireat e,  teşwîq bên kirin û bo hilberîn zêde bibe bi şikleke ciddî cotkar bê destekkirin û ji wê mazota ku bi kar tîne bac neyê standin.

Di warê çandînî û heywandarîyê de polîtîkayên çewt hatin tetbîqkirin. Ji ber vê yekê ji ber şert û mercên erdnigarî û îqlîmê herêma ku dikare zêdetirê pêdîvîya xwe hilberîne niha ketiye ast û rewşeke wisa ku berhemên sereke yên xurekê bi xwe ji derve tên îthalkirin.

Bo welêt ji vê rewşê xelas bibe divê polîtîkayên nû yên çandînîyê bên amedekirin û teşwîq bên kirin û bi vê yekê welêt cardin bê derxistin asta welatê ku îxracatê dike.

JIYANA XEBATÊ

Mafê parastina li dijî bêkarîyê ya hemû kesan û mafê azadbûna hilbijartina kar û di bin şert û mercên adil de xebitînê ya hemû kesan heye. Divê dawî li bêkarîya bidîploma bê anîn. Divê ji xortên me re derfetên li gor qabîlîyet û meselekên wan karên guncaw bên tedarikkirin.

Behnwedan, hilbijartina kar, damezrandina sendîqa, endambûna sendîqayeke li gor dilê xwe,  daxwazkirina destheqa wekhev, xwastina desteheqeke adil û bi heqqenîyet a  ku mirov pê karibe xwe û malbata xwe xwedî bike heqê temamê însanan e. Tu kes nikare keda kesekî/ê din bixwe. Divê bê astengkirin ku karker bê sîgorta bên xebitandin.

Seat, naverok û wextê kar; divê li gor bawerîya xelkê bin û divê kar di çarçoveya bernameyeke wisa de bin ku kes karibin xwe di warê meslekî, sîyasî, îçtîmaî û manewî de pêşve bibin ku divê ev yek xwedî heqê beşdarbûna bernameyên perwerdehîyê di nav xwe de bihewîne.

Divê wext û şertên kesên xebatkar bên sererastkirin, divê li dijî wan helwestên dijberê vê yekê re ne mueyyîde bê anîn û di vî warî de kontrol bên zêdekirin. Divê neyê hiştin ku kesên karsaz bi bikaranîna hêza sermayê zilmê li kedkaran bikin û dîsa divê neyê hiştin ku kesên kedkar belasebeb bi bikaranîna hêza civakî zirarê bidin sermayê.

Divê ji wan karkerên demsalî re sîgorte bê dayîn û şert û mercên wan ên kar bê başkirin. Bo pêşîya mirinên karkeran bê girtin divê bi şikleke ciddî tedbîr bên girtin.

MAFÊ ZEWICÎN Û DAMEZRANDINA MALBATÊ (EWLEHÎYA NESIL)

Temamê pîrek û zilamên ku gihaştine emrê zewacê  xwedî heq in ku bizewicin û malbatê bidamezrînin. Malbat kakilê civakê û garantîya berdewama civakê ye. Hebûna civakeke bi sihhet bi malbatên bi sihhet ve girêdayîye. Ji ber vê yekê divê sazîya malbatê bê muhafezekirin û bo avakirina malbatê teşwîq bên kirin ku ev yek wezîfeya dewletê ye.

Divê ji bo wan welatîyên ku hatine emrê zewacê û nikarin bizewicin re  fon bê veqetandin.

 Heqîqetek e ku tê zanîn, zîna di exlebeyê civaka me de wek haram û bêexlaqîyeke mezin tê qebûlkirin, civakê îfsad dike û exlaqa wê xera dike, dibe sedem ku nesil tevlîhev bibin û derdora hizûr û aştîyê xera dike. Zînaya ku bi zextên têhgihiştina sekuler ji sûcbûnê hat derxistin divê ji nû ve wek sûc bê qebûlkirin.

Divê temamê muesseseyên bêexlaq ên ku hizûra malbatê xera dikin û zewacê hildiweşînin ji rastê bên rakirin. Di vê bergehê de divê fuhuşa ku di çavdêrîya dewletê de tê kirin  û qumara ku bi destên dewletê tê leystandin divê bê qedexekirin.

Ew qanûna ku di bin navê Qanûna Parastina Malbatê de hat derxistin, encax heta îro ji zirarê pê ve tiştekî neda malbatan divê bê betalkirin. Divê mexdûrîyeta wan pîrekên ku zilamên wan û bavê wan zarokên ku ji ber 18 salîya xwe danegirtiye û hatiye avêtin hepsê bê çareserkirin. Ew verastkirinên ku bo parastina malbatê tên kirin divê li gor bawerî û orfa me bin.

PÎREK

Tesîskirina dorhêla hizûr û aştîyê encax bi mezinkirin û perwerdekirina bi exlaq û manewîyatê ya ferdan mimkûn e. Mamosteyê ewil ê însên malbat e û kesa ku civatê perwerde dike jî pîrek e. Di nav esasên polîtîkayên me de ye ku, pîrek divê li wê cihê ku heq dike lê bê û wezîfeya xwe ya herî eslî bi cî bîne.

Dîsa di nav polîtîkayên me yên ewilîn de pêşîya girtina îstîsmara ekonomîk û zayendî ya li dijî pîrekan, micadeleya li dijî temamê şiddetên ku lê tên kirin û  jê re hurmeta ku heq dike nîşan dan heye.

Dema ku derbarê pîrekan de verastkirin hatin kirin divê nirxên civakî û bawerîyê li ber çavan bên girtin. Divê pîrek di wan karên ku li gor fitrata pîrekan in de bên îstîhdamkirin û divê di vî warî de bi dîqqet bê hereketkirin.

Divê pêşîya neheqî û  şiddetê li hember zarok û pîrekan bê girtin  û bo vê yekê verastkirinên hiqûqî û sepanên pêxîmker bên amadekirin.

Divê rêjeya xwendin û nivîsandinê û rêjeya perwerdehîyê ya zarokan bê zêdekirin.

Divê ew sedemên ku dihêlin zarok ji naçarî bixebitin ji rastê bên rakirin û divê bêastengkirin ku zarok ji teref malbatên xwe ve neyên îstîsmarkirin û li kolanan neyên xebitandin.

POLÎTÎKAYA DERVE

Tirkîye, ji roja ku hatiye damezrandin nexasim ji sala 1952yên ku lê bû endamê NATO vir ve her tim polîtîkayên xwe yên derve li gor NATOyê xêz kiriye. Ev baregaha ku wek xetasor tê nîşandan û  di navenda wê de ewlehîya rejîma terorê heye û menfeatên hêzên navneteweyî di nav xwe de dihewîne, di temamê qernan de bi şikleke bi lez û bez Tirkîyê ji nirxên medenîyeta erdnigarîya Îslamê ya ku lê dijîn dûr xistiye. Rewşa ku qala wê tê kirin him bûye sedem ku Tirkîye bi welatên cîran re têkeve nava gengeşîyên bi tehlûke û him jî bi hinek welatan re anîye asta şer. Fealîyetên dijminane   yên ku ji teref hinek welatên ku endamên NATOya ku Amerîka serpereştê wan e ve tên nîşandan, heqîqeta 15ê Tîrmehê  her çiqas bibe sedema şikestina lênerîna di asta dewlet-hikûmetê de, ev rewş bi şikleke kamil  hêvîya xelkê neanîye bi cî.

Di 18ê Nîsana sala 2018an de welatên ku endamên NATOyê ne êrîşa asimanî li Sûrîyê kirin ku bo vê yekê daxuyanîyeke piştgirîyê ji teref hikûmetê ve hat dayîn ku ev yek bi wê nakokî û êşê îşaret dike. Weke ku em her tim tînin zimên  dema ku mijar erdnigarîya Îslamê be divê em van her du xalan wek xetasor diyar bikin:

Problem çi dibe bila bibe, di warê çareserîyê de qetiyen çek û şiddet divê neyê bikaranîn.

Di nav xwe de çareserkirina probleman û problemên xwe ji tu emperyalî re hawale nekirin.

Ev têgihiştin û lênêrîn, di serî de divê li wê meseleya Sûrîyê ya ku di erdnigarîya Ummetê  û tasawwûra me ya medenîyetê de birînên ku nayên girtin vekirin û bi giştî li temamê polîtîkayên din ên derve hakim bibe. Di vê bergehê de ji teref dewletên herêmê ve çareserîya meseleya Sûrîyê bê xistin navenda çareserîya siyasî û vebijêrka mudaxeleya leşkerî bi temametî ji holê bê rakirin.  Her wisa divê hewl bê dayîn ku li Sûrîyê pergaleke îdarî-sîyasî ya ku li ser bingeha edaletê bê avakirin û divê ev yek li gor temamê hêmanên qewm û bawerîyan guncaw be.

Li Yemenê ji ber herba navxweyî her ku diçe birçîbûn û nexweşî zêdetir dibin û ev rewş roj bi roj xirabir dibe. Divê ev rewşa li Yemenê li ber çavan bê girtin û Tirkîye divê bo çareserîya problemê bi şikleke çalak wezîfê bigire li ser milên xwe  û bo dawî li herbê bê anîn pêwîst e temamê derfetan bên bikaranîn. Li Yemenê bo dawî li birçîbûn û nexweşîyan bê anîn bes pêdivî bi çend milyon dolaran heye,  Kraltîya Siûd a ku cîranê Yemenê ye û bi milyaran serweta Ummetê ji Amerîka re pêşkêş dike ji Yemenê re arîkarî nake ku ev yek jî bi qasî şerê navxweyî giran û dilşewat e. Divê em ji xwe re bikin hedef ku di warê polîtîkayên derve de bi cîranên xwe re li hev bikin û berê xwe bidin Alema Îslamê û Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û D-8 çalak bikin. Divê ev yek hedefa me ya sereke be. Divê  hikûmet  serîlêdana endamtîya xwe ya Neteweyên Yekbûyî bide sekinandin, endamtîya xwe ya NATOyê ji ber çavan derbas bike, divê bi şikleke demildest Wezareta Welatên Îslamê bidamezrîne. Ev tişt divê di bernameya hikûmetê de hebin.

FILISTÎN, QUDS Û MESCÎDA EQSA

Divê di serî de Tirkîyê û her wisa temamê welatên Îslamî ji teref siyonîstên îşxalker ve Qudsê wek paytexta rejîma îsraîl îlan kirinê re bêdeng nemînin ku ev helwesta rejîma îşxalê ya siyonîstan ne bes aştîya herêmê bi heman awayî aştîya cîhanê jî têdixe xeterê. Di vê bergehê de di rêya damezrandina dewleteke mezin de, rejîma îşxalker a siyonîst bi veguhastina Amerîka li Qudsê de xaleke muhîm derbas kir ku divê li dijî vê yekê temamê pêwendîyên bi Amerîka re ji ber çavan bên derbaskirin, divê temamê pêwendîyên bi rejîma îşxalê ya siyonîst re bên qutkirin û êdî divê wek dewlet neyê naskirin. Divê destek û piştgirî bê dayîn ji wan kesên ku li dijî siyonîstan micadele dikin û ew kesên ku bi rejîma siyonîst re hevkarîyê dikin divê bên xistin nava lîsteya kesên ku destekê didin terorê.

PÊWENDÎYÊN BI KURDISTANA IRAQÊ RE

Di navbera Tirkîyê û herêma Kurdistana Iraqê de heta referandûma 25ê Îlona sala 2017an  pêwendîyeke maqûl hebû. Ew pêwendîyên di warê siyaset, tîcaret, perwerdehî, çand û hûnerê de bûbûn wesîle ku her du teref jî sûdê werbigrin û qezenc bikin. Ev pêwendî di nezda wan xelkê ku xwedîyê rabirdûyeke dîrokî ya hevpar û xwedî yekbawerî ne bi erênî hat nirxandin. Di 25ê Îlonê de ji ber referandûma ku hat kirin Tirkîye ji asta herî jor  uslûb û helwesteke nebaş nîşan da. Ev helwest û uslûb him zirara da destkeftîyan û him jî di nav xelkê  de di hinek waran de bû sedema guherîna psîkolojîyê.

Rewşa heyî ne li feydeya her du terefan e jî. Li herêmê  ji xwe sekneke îqtîsadî heye, ev yek divê bê zindîkirin û divê temamê pêwendîyên çandî, civakî, îqtîsadî û sîyasî  bên derxistin asta herî jor ku ev yek zarûret e. Her wisa digel herêma Kurdistana Iraqê bi heman awayî bo wan Kurdên li welatên din re jî karibe pêwendî bê danîn divê îmkan bên amadekirin û divê li van herêman di asta tîcarî de derfeta gerîna serbest bê tesîskirin.

" Pîvana sereke ya dinyayeke ku lê bê jiyan û heyata axretê ya ku dê bê qezenc kirin, EDALET e."(ÎLKHA)

           



















Bu haberler de ilginizi çekebilir