• DOLAR 32.503
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2435.512
  • ...
Di Şeva Leyletul Qedrê de ji bo yekîtîya ummetê dia hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê pîrek û zilam, ciwan û îxtîyaran li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê şeva Leyletul Qedrê ya ku wehya ewil tê de hatîye û ji hezar mehî bi xêrtir e îdraq kirin û ji bo yekîtîya ummetê li Mizgefta Dîrokî dia kirin. 

Dîyarbekirîyan îfade kirin ku, 'Sedema neçarîya Ummeta Mûhammed dûrbûna ji Quranê ye.'

Miftîyê Bajarê Diyarbekirê Yavûz Selîm Karabayir wiha got: "Tiştê şeva Leyletul Qedrê mibarek dike ew e ku Qurana Pîroz di vê mehê de hatiye nazilkirin. Ev meh ji bi hezaran mehan bixêrit e û li gor nîyet, îxlas û bawerîya kesan ji bo wî ji hezar meh emrî bixêrtir e. Ev lutf û kerem ji bo ummeta Muhammed,  îkrameke hatîye dayîn Pêxemberê me. Xweşbextane ku em ji umeta Hz. Mûhammed in. Vê salê Xwedayê Mezin canê me negirt û ev şev kir nesîbê me. Xwedayê Mezin feyz û bereketa vê Şeva me zêdetir bike. Diayên di vê şevê de hatine kirin qebûl bike. Di vê şevê de Xweda nusret û alîkarîya xwe bişîne ji temamê mezlûm û bêkesên ummeta Mûhammed."

"Di vê şevê de îbadetê herê xweşik xwendina Qurana Pîroz e"

Karabayir, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku di vê şevê de îbadeta ku meriv bike yê herî xweşik xwendina Qurana Pîroz e û wiha axavtina xwe bi dawî kir: "Peyama vê şevê ya herî xweş ew e ku bê em çiqasî bi peyama Qurana Pîroz re eleqedar in. Bê em çiqasî dixwînin û bê em ji çiqasî fêm dikin. Heger em fêm dikin bê em çiqasî di jiyana xwe de tetbîq dikin. Em îbadetan bi şiklê wan dinirxînîn. Lê belê divê em îbadetan li gor qelîta wan binirxînîn. Şeva Leyletul Qedrê şevek tenê ye. Heger em wê şevê tevî nimêj bikin û sibeha wê rabin gunehan dewam bikin ev tê wateya me ji wê şevê tu tiştek fêm nekirîye. Neçarîya ummeta Mûhammed ya sereke ew e ku em ji Quranê dûrketine û em Quranê fêm nakin û di jiyana xwe de najînin."

Ji welatîyan Sadik Încî jî wiha got: "Bi îzna Xweda dê ev şev ji bo alema Îslamê bibe wesîla xêran. Xweda aştî û hizûrê bike nesîb. Hêvîya min ji Xwedê ew e ku gunehê temamê însanan efû bike. Ji bo gunehê meriv bê efû kirin divê meriv di vê şevê de îbadet bikin."

Ayşe Uzum jî wiha got: "Ev şeva bedêlî emrekî ye, lazim e wek hewceye bê îdraqkirin."

Huseyîn Çîçek jî şeva Leyletûl Qedrê ji bo alema Îslamê pîroz kir û wiha got: "Xweda vê şevê ji bo me wek fersendekê pêşkêş kirîye. Ji bo xatirê vê şevê Xweda, alema Îslamê bîne cem hev û ji şerrê kafir, emperyalîst û îşxalkeran biparêz e." (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir