• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Xwîna şehîdan mibarek e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gulşen Barana xanima Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê bû û di 9ê Hezîrana sala 2015an de li Diyarbekirê di êrîşa çekdarî ya PKKê de hat qetilkirin digel 4 êtîmên xwe eydeke din dê bi mehzûn û çavgirî derbas bike.

Gulşen Barana di hevpeyvîna ku di salvegera şehadeta zilamê de de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir Aytaç bilbilê Qur'anê, xêrxwaz û bi merhemet bû û li derdorê dihat hezkirin. Baran her wisa diyar kir divê hemû kes zanibe ka Aytaç xwedî şahsîyeteke çawa be û çawa hat şehîdkirin.

 "Zarok her tim pirs bavê xwe dikin"

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir zarok her tim pirsa bavê xwe dikin û peyva "bav" bo wan pir watedar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo dayikekê kirina him dayîktî û bavtîyê heqîqeten pir zor e. Zarok her tim bavê xwe pirs dikin. Heta ji destên min tê ez ji wan re îzah dikim. 2 zarokên min mezin bûne, ew meselê fêm dikin; lê belê yê din hêj 7 salî ye û her tim pirsa bavê xwe dike. Her tim dibêje 'bavê min çima nayê, me berîya wî kiriye.' Heta ku ji destên min tê ez wê hewildana zilamê xwe yên li komalê û camîyê kirine jki zarokên xwe re îzah dikim."

 "Bi rastî jî zilamê min pir bi merhemet bû"

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê pir bi merhemet bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew kesên ku parêzvanên nîjadperestîyê dikin bo Misliman Îslamê nejîn çi ji destên wan tê dikin. Zordarîyê dikin û bo fikrên xwe li ser xelkê Kurd ferz bikin û bi wan bidin qebûlkirin şexsîyetên mîna zilamê min ên ku ji Mislimanan û Îslamê re xizmetê dikin hewl didin ji rastê radikin. Înşallah ew ê bi ser nekevin. Îslam, dînê şefqat û merhemetê ye. Bi rastî jî zilamê min pir bi merhemet bû. Zilamê min ji ber ku Îslamê qebûl kiribû hewl dide zarokên li derdora xwe jî wisa mezin bike. Lê belê ew kes radibin molotofan didin destên zarokan. Tu çi tiştî hînî zarokan bidî ew ê wê hîn bibe. Di malbatê de jî ev yek wisa ye. Ez dixwazin herî zêde terbîyeya Qur'an û Îslamê bistînin. Ez dixwazim zarokên min di rêya Îslamê de biçin û bavê xwe baştir nas bikin. Bi izna Xweda dê ev yek wisa bibe."

Baran di dawîya axavtina xwe de diyar kir bila êdî çavên xwe vekin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Xwîna zilamê min û ya Yasîn Boru mibarek in. Ez dixwazim ku her kes fêm bike ka çima şehîd bûne. Bila her tim heman tişt neqewimin. Têgihiştina wan bes zilm, xwînrijandin û hêstirbarandin e. Însanên bi awayî nikarin bibin temsîlkarên Kurdan. Encax ew kesên ku Pêxemberê me nas kiribe dikare bibe nûnerên Kurdan."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir