Ji zimanê zarokan meha Remezanê
Zarokên xebatkar ên ku hewil didin meha Remezanêbi rojîyê derbas bikin destnîşan kirin ew bi vî awayî him hewl didin nefsên xwe terbîye bikin û him jî riza Xweda qezenc bikin.
Zarokên ku li Diyarbekirê digel hewaya germ hewl didin ji alîyekî ve bixebitin û ji alîyê din ve jî hewl didin rojî bigirin destnîşan kirin ew ji ber ku di vî emrê xwe yê biçûk de ji ber ku dikarin rojî bigirin kêfxweş in.
Zarok diyar kirin ew digel ku bi rojî bin jî him Qur'ana Kerîm û him kitêban dixwînin û him jî ji xwe re dileyzin. Zarok her wisa gotin ku divê Misliman rojîyên xwe bigirin û îbadetên xwe bi cî bînin.
Zarokên Diyarbekirî wiha axivîn:
Saîd Hasan Canozu(12): Heta niha min 13 rojan rojî girt. Lewra Xweda rojî li ser me girtina rojî ferz kiriye û yek ji wan şertên Îslamê ye.
Resûl Aktaş(13):Ez bo riza Xweda rojî digirim, divê temamê Mislimanan vê îbadeta ku şadî û bextewarî dide însan bi cî bînin.
Omer Guneş(13): Ez dixwazim ku hemû kes rojî bigirin, ew ê sibe ji wan kesên ku rojîyê nagirin hisab bê pirsîn.
Yusuf Ayaz(13): Dema ku ez rojîyê digirim diçim camîyê û tevlî muqabelê dibim.
Muhammed Baran(12):Meha Remezanê meha îbadetê ye. Ji ber vê yekê ez wextê xwe bi xwendina Qur'anê û kirina îbadetê derbas dikim.
Musab Yagmur(10): Ez bo axretê rojîyê digirim.
Mustafa Kaymaz(13): Em bo nefsa xwe terbiye bikin rojîyê digirin.
Yusuf Han(9): Em rojîyê ji ber ku Xweda emir kiriye û bo em xêran bikin digirin.(ÎLKHA)