• DOLAR 32.546
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2433.41
  • ...
Naskirîyên şivanên ku hatin derbkirin ji ÎLKHAyê re axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor îddîayan Nasir Taş û Ramazan Aktaşê ku li gundika Bînahareya Nêrdûşa Şemzînanê şivantî dikirin  ji teref leşkerên Qereqola Durakê yên ku derketibûn operasyonê ve hatin derbkirin.

Muslum Taşê ku birazîyê Nasir Taş e derbarê mijarê de destnîşan kir doh derdora seat 07.30an de dema ku apê wî heywan diçêrandin komek çawîşên pîspor hatine ba wî û Remezan Aktaş.

Taş di berdewama axavtina xwe de diyar kir leşkeran ji apê wî û hevalê wî pirsa komek PKKyî kirine û ji ber ku şivan gotine ew tu kesî nedîtine leşkeran wan derb kirine. Taş di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: " Bi daran, bi qundaxan, bi pehîn û şeqeman li apê min dane. Ew qas li wan dane ku apê min ji wan lawa kiriye ku li wan nedin. Hetta bi qasî ku apê min dibêje apê xwe davêje pîyên leşkeran da êdî li wan nexin, lê belê tu kes guh nadîyê. Dû re apê min dibin ber kevîya nehrê û serê wî dixine nava nehrê. Gefa mirinê lê dixwin û jê re dibêjin em ê te bikujin. Piştî îşkenceya ku du seatan berdewam dike re apê min li dereke ku tu kes lê tunebe dideynin. Şivanê din ji ber ku bavê wî hatiye şehîdkirin(ji teref PKKê ve) zêde lê nadin. Ji ber ku birînên wî ji yên apê min baştir bûn radibe dîsa ber pezê xwe. Dû re berîvan tên ku heywanan bidoşin. Cîranê me yê şivan ji pîrekan pirsa apê min dike. Pîrek jê re dibêjin ma ne bi te re bû? Cîranê me yê şivan piştî ku behsa xwe ya bi leşkeran re dike dest bi lêgerîna apê min dikin. Apê dibînin, lê ne li ser hişê xwe ye. Piştî ku pîrekan xeber da me re me bi wesayîtan çû apê xwe anî. Dû re jî me gazî ambûlansan kir."

Taş di berdewama axavtina xwe de diyar kir leşkeran ew qas pîs li apê wî dane û îşkence lê kirine ku hestîyê rûyê wî şikestîye û ji ber vê yekê wî xistine amelîyatê û niha jî li xestê ye.

"Divê derbarê bûyerê de demildest lêpirsîn bê destpêkirin"

Taş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji doktor raporta darbê strandine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em gilîdar in. Me nivîs ji dozgerîyê şand, ew dozger bê xestê û kesên ku hatine derbkirin guhdar bike. Heta niha tu rayedar nehat nexweşxanê û li me negerîya. Divê rayedar dev ji vê meselê neqerin. Divê derbarê bûyerê de demildest lêpirsîn bê destpêkirin."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir