Çîn di warê firotina otomobîlên bi ceyran de rekor şikand
Li tevahîya cîhanê di sala 2017an de otomobîlên ku ji sedî sed bi ceyranê dixebite û dikare bê şarjkirin zêdetirî milyonekî hatin firotin.
Li gor raporta Ajansa Enerjîya Navneteweyî di warê firotina otomobîlên bi ceyran de xwedîyê pareke ji sedî 57 e ku ev yek jî rekora dinyayê ye.
Li gor daneyên ku hatine belavkirin tev de milyonek û 100 hezar otomobîlên bi ceyran hatin firotin ku ji zêdetirî nîvê van(580 hezar) otomobîlan li Çînê hatin firotin.(ÎLKHA)