• DOLAR 32.638
  • EURO 34.781
  • ALTIN 2497.947
  • ...
 "Em dixwazin ku doza Mavî Marmara neyê jibîrkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 31ê Gûlana sala 2010an de rejîma siyonîst êrîş bir li ser keştîya bi navê Mavî Marmara ya ku ji Tirkîyê bo alîkarîyê ber bi Xazzê ve bi rê ketibû kiribûn. Di êrîşa sîyonîstan a ku li avên navneteweyî hat lidarxistin de tev de 10 Misliman şehîd bûbûn û bi dehan Misliman jî birîndar bûn.

Xazîyên ku di êrîşa siyonîstan de birîndar bûbûn û di salvegera qetlîamê de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Xazîyê bi navê Behçet  Atîllayê ku diyar kir siyonîst bi êrîşkirina li ser kesên bêçek cardin hovbûn û wehşîbûna xwe nîşan daye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dilê me dixwaze ku îsraîl di nez da raya giştî ya cîhanê de bê mehkûmkirin, bê cezakirin. Lê belê armanca me ya sereke ya çûyîna wê derê ji dinyayê re nîşandana zulm û hovîtîya ku ji teref siyonîstên  îşxalker  vê tê sepandin bû."

"Em dixwazin ku doza Mavî Marmara neyê jibîrkirin"

Xazîyê bi navê Eyup Yaşar jî derbarê mijarê de diyar kir doza Mavî Marmarayê meseleyeke navwelatan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê doz û micadeleya Mavî Marmarayê neyê jibîrkirin. Di salvegera êrîşa ku li keştîya Mavî Marmarayê hat kirin de em dixwazin ku  ev doz di rojevê de be û neyê jibîrkirin.  Lewra li wê derê kedek, micadeleyek hebû û hewil dihat dayîn da ku ji birayên Misliman re alîkarî bê gihandin. Di encama êrîşa hovane ya îsraîl de hinek kes şehîd ketin û hinek jî seqet man. Em dixwazin ku doza Mavî Marmara neyê jibîrkirin."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir