• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Karker ji xwarina mirîşka bi jehrê ket: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qamuşanê karkerên di şantîyeya bendavekê de dixebitîn bi jehrê ketin. Hat îfadekirin ku piştî karkeran goştê mirîşkê xwarîye nerehet bûn. Di bûyera qewimî de 2 kerkeran jiyana xwe ji dest dan, 200 karker jî bi jehrê ketin.

Karkerên di çêkirina Bendava Karakûrtê de dixebitîn di 29ê Gulanê de fitarîya xwe bi goştê mirşkê vekirin, piştî fitarîyê dema karkeran di paşîvê de jî heman xwerin xwerin nerehet bûn. Karkerên nerehet bûn bi gumana jehr ketinê hatin rakirin Nexweşxaneya Harakanî ya Dewletê a Qersê.

Hat îfadekirin ku 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan e. Karkerên mirî yek jê li şantîyê û yê din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe winda kirîye.

Li hêla din nêzîkî 200 karkerî jî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Hindekarîyê ya Vekolînê a Erzeromê hatîye xistin bin tedawîyê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir