Li Cerablûsê teqîn: 4 mirî 6 birîndar
Di êrîşa çekdarî û bombeyî ya ku li Cerablûsa Sûrîyê hat lidarxistin de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 6 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Cerablûsa ku ji teref Tirkîyê ve bi Mertala Firatê hat kontrolkirin bi motosîkletê bombebarkirî êrîş hat lidarxistin. Di êrîşa kiu hat lidarxistin de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kesan jî birîndar bûn.
Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye lidarxistin, lê belê Artêşa Azad a Sûrîyê ji êrîşê PKKê berpirs girtin.(ÎLKHA)