• DOLAR 32.379
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2325.65
  • ...
Namzedên HUDA PARê hevdîtinên xwe didomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedên HUDA PARê ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên 24 Hezîranê li qadan bi gel re rû bi rû hevdîtinan dikin.

Namzedên HUDA PARê di bernameyên fitarê, zîyaretên esnafan û bi bernameyên ji hev cuda bi gel re tê cemhev û armancên HUDA PARê ji gel re dibêjinû ji wan destek û piştgirîyê dixwazin.

"Îro li ser rûyê erdê ji her tim zêdetir îhtîyac bi edaletê heye"

Namzedê HUDA PARê yê Çewligê Hamdûllah Tasali, di bernama fitariyê ya ku li Çewligê ji teref Sorokatîya Bajarîya Çewlihê ya HUDA PARê ve hat dayîn de axivî û îfade kir ku îro li ser rûyê erdê ji her tim zêdetir îhtîyac bi edaletê heye.

Tasali, wiha got, "Bi xêra bernameyên wisa Xedayê mezin rehmetê li me bike û dile me bike yek. Lewra îro pêwistîya me zêde ji veya heye. Ji meseleyên herî girînk jê ke jî eve."

Tasali, axavtina xwe wiha bi dawî kir, "Armanca me we ku em kesên li nirxên xwe xwedî dertikevin mezin bikin. Xwedayê Mezin em ji dê û bavekî Misliman, li memleketekî Misliman û em wek Misliman afirand. Ji ber vê yekê pêwistîya me bi Îslamê heye. Pêwistîya me bi edaletê heye. Edalet pêwistîya vî memleketî ya herî mihîm e. Di roja me ya îro de pirsgirêka herî mezin bê edaletîye. Rizqê 9 kesan didin kesekî. Neyartîyên ji ber vê yekê henin. Xwedayê Mezin edaletê bi nasîbê me teva bike."

Ji namzedên parlamenterîyê yên Îzmîrê zîyareta esnafan

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzedê HUDA PARê li devera 27a a Îzmîrê navçeya Konak, Karabag, Bûca, Bayrakli, û Alîaga esnaf zîyaret kir û ji esnafan piştgirî xwestin.

Namzedên li pirsgirêkên gel guhdarî kirin îfade kirin ku heger gel piştgirîyê bidin wan ewê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin.

"Pêwistîya deverê bi projeyên HUDA PARê heye"

Namzedê HUDA PARê yê Wanê Mûzaffer Blikçi û heyeta pêre di çarçoveya xebatên hilbijartinê de navçeya Gurpinarê zîyaret kir.

Balikçiyê li derd û pirsgirêkên gel guhdarî kir ji bo hilbijartinên parlamenterîyê ji gel piştgirî xwest.

Balikçi, îfade kir ku pêwistîya deverê bi projeyên HUDA PARê heye û wiha got, "Heger gel tewecuh bike û me hilbijêrin emê bi taybetî ji bo pirsgirêkên deverê û pêşketina xwelatê xwe bixebitin.  

"Divê teşwîkên ji bo zîraet û ajaldarîyê bên dayîn"

Balikçi, îfade kir ku li deverê pirsgirêkên aborîyê yên cidî henin û wiha got: "Şert û mercên deverê û qadên îstîhdamê jî eşkere ye. Divê hikumet ji bo deverê pakêtên teşvîkê yên cidî têxe sepanê. Emê li devera xwe bi taybetê li hember pirsirêkên aborîyê micadele bikin. Çi di warê vekirina deryê sînor de û çi jî di warê geşt û guzarîyê de divê ji teref dewletê ve teşwîk bên dayîn û proje bên çêkirin."

"Gelê me derîyê xwe heta dawîyê ji mere vekir"

Namzedên HUDA PARê yên Mêrdîn jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji bilî navenda Mêrdin gund û mezrayên Mêrdîn zîyaret kir.

Namzedên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de derî bi derî digerin pişt fitarîye bi gundîyan re hatin cemhev.

Namzedê parlamenterîyê Mahmût Kilinç, ji bo eleqeya gel di serîde ji gel re teşekur kir û dure îfade kir ku gelê me derîyê xwe heta dawîyê ji mere vekiriye û wiha got: "Me ji bo hilbijarinên 24ê Hezîranê ji gelê xwe piştgirî xwest. Me ji birayên xwe re armanc û tiştên HUDA PAR dixwaze bike got. Bi rastî niha birayên me di nava hêvîyeke mezin de ye. Emê hedef û armancên HUDA PARê her bibêjin. Bi rastî zîyareta îro zaf xweş û wek erênî derbas bû. Şupha me tineye ku ev tewra gelê me ya erênê dê di sindoqan de jî eşkere bibe."

Namzedên Mêrsînê çapemenî zîyaret kir

Namzedên HUDA PARê yên parlamenterîyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çapemenîya herêmî û ya neteweyî zîyaret kirin û armanc û hedefên HUDA PARê ji wanre got û ji wan piştgirî xwest.

Namzedên HUDA PARê pirsên endamê çapemenîyê bersivandin û ji mensûbên çapemenîyê xwest ku xebatên HUDA PARê bibînin û wan bikin xeber û ji wan di warê hilbijartinan de piştgirî xwest.

Endam çapemenîyê piştî li namzedên HUDA PARê yên Mersînê guhdarî kirin îfade kirin ku ewê tiştê bi ser wan bikeve bikin.

"HUDA PARê bi sîyaseta li gor bawerîya gel pirsgirêkên gel çareser bike"

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzedê parlamenterîyê yê Stenbolê ê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk li navçeyên Arnavûtkoy, Bahçelîevler û Kuçukçekmece esnaf zîyaret kir, bi welatîyan re sohbet kir û li der û pirsgirêkên wan guhdarî kir.

Elîbuyuk, destnîşan kir ku divê li pirsgirêkên esnafan yên di warê aborîyê de bê guhdarîkirin û dawazên gel li ba xwe not girt.

Elîbuyuk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji bo HUDA PARê ji gel pişgirî û destek xwet û îfade kir ku ewê li gor bawrîya gel sîyasetê bikin. (ÎLKHA)

 







































Bu haberler de ilginizi çekebilir