Bi wêneyan dîrok, Meya Farqîn û Şikeftên Hesûnî
Digel sedsalên ku derbas dibin û digel şert û mercên neyînî dîsa jî Şikeftên Hesûnîwek heyva çardeşevî û bûka xemilandî xweşikbûna xwe mihafeze dikin.
Ji wargehên jiyanê yên herî kevnar û dîrokî yên li ser axên Kurdistanê yek jî Şikeftên Hesûnî ne ku 6 kîlometre li rojhilata Farqînê dimînin. Şikeftên Hesûnî yên ku ji 300 mêzelan pêk tên di nav xwe de dêr, cokên avê, depoyên avê û gelek îmarên bi vî awayî dihewînin.(ÎLKHA)