• DOLAR 32.588
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2423.863
  • ...
Li Iraqê rayên hezar û 21 sindoqî hatin betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsyona Hilbijartine ya Bilind a Xweser a Iraqê îfade kir ku di hezar û 21 sindoqî de ji ber ku "beusûli" hatiye kirin, hemû ray hatin betalkirin. Di nava sindoqên rayê wan hatîye betalkirin de sindoqê 6 welaten din jî hene.

Li 10 wîlayetan giştîyê welet ray hatine betalkirin û sedama betalkirinê jî bêusûlîya di sindoqan de hatîye kirin e.

Herî zede li Dihoke ray hatin betalkirin. Wekî tê zanîn li Dihokê Partîya Demokrat a Kurdîstanê (KDP) a ku Mesûd Berzanî serokê wê ye li Dihokê bi hêz û qûwete.  Li Dihoke 224, li Mûsilê 195, li Kerkukê 186 û li Enbarê j, 101 sindoq hatin betalkirin.

Dîsa hat îfadekirin ku li Erbîlê 71, li Silêmanîyê 96, li Dîyala 2, li Selahaddîn, 179, li Nînova 179 û li Bexdayê jî rayê 100 sindoqî hatîye betalkirin.

Di sindoqên li derveyî welêt de jî harî zêde bi 31 sindoqî li Emerîka hatin betalkirin.

Hat îfadekirin ku li dijî sindoqên hatin betalkirin 2 heza îtîraz hatibûn kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku lêpirsîna di vê mijarê de dewam dike û kesên bi qusûr jî dê bê ciza memînin.

Di hilbijartinên giştî yen di12e Gulane de idiayen şaibeye mora xwe li hilbijartinan xistibû. Li Herema Kurdistana Iraqe 6 partiyen siyasî bertek nişani encamên hilbijartinê dabûn û îdîa kiribûn rayên wan hatîne dizîn.

Di hilbijartinen giştî yen 12e Gulane de Koalîsyona Saîrûn ya ku serkêşiya we Muqteda es-Sadr dike 54 sandalye qezenc kiribû û bûbû yekemin. Koalisyona Fetihe ya ku serkeşîya we Hadi Amiriyê yek ji fermandare Heşdi Şebi dike 47, Koalîsyona Zafere ya ku serkeşiya we Serokwezîre Iraqe Heyder el Ebadî dike jî 42 sandalye qezenc kiribûn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir