• DOLAR 32.318
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2300.388
  • ...
Ji bajêr û însanan dûrjiyaneke bi tena serê xwe...
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arikul di klubeke bê av û bê ceyran de hewil dide bijî destnîşan dike ew bo ji qelebalix û pisîtîya bajêr dûr bikeve bizanebûn hatiye vê derê.

Arikul di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir heta îro tu zirara wî negihaştiye tu kesî  û dû re wiha axivî: "Bes daxwazeke min  heye; bila av û ceyran bê kişandin cihê ku ez lê dijîm û tuwaletek bê çêkirin."

 "Ez ji nebaşî û pisîtîyan revîyam"

Arikul diyar kir hêj dema ku ciwan bû xanima wî rehmet kiriye û ji wê rojê vir ve qet nezewicîye û  dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zarokên min tunene. Li gund û Êlihê bi xwe malên xwe ez ê karibim lê bimînim hene; lê belê ez dixwazim li vê derê bimînim.  Keda kesê/a ku bo Xwedê bixebite belesebeb naçe. Însanên nebaş û pîs newêrin vê derê. Ez bo ji wan tiştên nebaş ên ku li wargehan pêk tên dûr kevim hatim vê derê. Êvaran ez li vê derê re radizim.Mar, tûpişk û heywanên din bela xwe li min nadin."

 "Dewlet çi ye, ê ku rizqê dide Xweda ye"

Arikul di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew nebaşî û munkeratan dîtiye re biryar daye ku bi tena serê xwe bijî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kesên xêrxwaz xwarina min ji min re tînin. Ez nikarim bixebitim, lê belê bi saya xêrxwazan ji min savar û birinç tê. Ez serê heftîyekê carekê diçim Êlihê. Ez wê rojê jî li ba lawê birayê xwe dimînim. Li wê derê ez serê xwe dişom û paqij dikim. Tu hêvîya min ji dewletê tuneye, dewlet çiye? Ê ku rizqê dide Xweda ye. Bo Xwedê bixebitin û tewbe bikin. Jiyana dinê demkî ye."

 "Zêdetirî 20 salan e ku ez di vê klubê de dijîm"

Arikul di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ji tu heywanî natirse û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Li vê derê mar, tûpişk û hewyanên din hene, lê belê bela xwe li min nadin. Ez bo destnimêjê diçim cihekî ku ji vê derê 500 metro dûr e. Berê ez li gund dimam, dû re ez jê derketim. Li nava bajêr, li cihên qelebalix jiyan bo min zehmet e. Ez dixwazim li vê derê bi tena serê xwe bimînim. Însanên vê çaxê nebaş in, şeytên ew xapandine."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir