Alî Larîcanî ji nû ve bû Serokê Meclîsa Îranê
Di hilbijartina Serokatîya Meclîsa Îranê ya ku bi beşdarbûna 279 parlementeran hat tertîpkirin de Alî Larîcanî bi 147 dengan ji nû ve wek serokê meclîsê hat hilbijartin.
Hilbijartina Serokatîya Meclîsa Îranê îro serê şeveqê hat kirin. Tev de 2 kes namzedîya xwe bo serokatîyê danîn. Di encama hilbijartinê de Alî Larîcanî 147 deng û Muhammed Riza Aref jî 123 deng stand. Di dengdayînê de 9 deng betal bûn.(ÎLKHA)